1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cuneyt Yenî bi saxî hate girtin bi kelepçekirî hate înfazkirin
Cuneyt Yenî bi saxî hate girtin bi kelepçekirî hate înfazkirin,cuneyt,yenî,bi,saxî,hate,girtin,bi,kelepçekirî,hate,înfazkirin

Cuneyt Yenî bi saxî hate girtin bi kelepçekirî hate înfazkirin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Têkîldarî 3 ciwanên ku roja borî li Amedê hatin qetilkirin agahiyên nû derketin holê. Ciwanê bi navê Cuneyt Yenî yê ku hate qatilkirin hate hinbûn ku bi saxî hatie girtin destên wî hatiye kelepçekirin û piştre bi yek guleyê ve hatiye înfazkirin. Kesekî ku bûye şahidê bûra înfazê jî hate binçavkirin.

Li navçeya Yenîşehîr a Amedê têkîldarî qetilkirina 3 ciwanên bi navê Şoreş Mutlu, Sezgîn Demîrok û Cuneyt Yenî agahiyên girîng derketin holê. Li gorî agahiyên şahidê bûyerê ku bûyera li kolana 263'an qewimiye û ji ber ewlehiya canê xwe nexwestin navê xwe bidin ciwan hatine înfazkirin. Şahidê bûyerê D.T. ê ku roja bûyer qewimî ji ajansa me re axivî ji van agahiyan piştrast dike.

Şahîdê bûyerê D.T. ew dem vegot

D.T. ê ku piştî bûyerê axivî, bûye şahidê dema qetilkirina Şoreş Mutlu (Mehmet) û Sezgîn Demîrok dibîne. D.T. wiha gotibû: "Ciwan ji Hala Kevn dema ku ber bi Sîmar Delîgê çûn tîmên taybet ji wesayîta Ford Ranger a bi rengî gewr gule berdan. Piştî gulebaranê kesek ji lingê xwe bidîndar bû. Herdu kes jî di menzîla dîtinê de hatin birînarkirin. Ciwanê ji lingê xwe birîndar bû ji serê kolanê vegeriya û hate ciwanê ku birîndar bûye. Ciwanê ji lingê xwe bidîndar bûye, kete dorpêça polîsan. Dibe ku ciwan hatibin înfazkirin."

Ewil bi saxî hate girtin piştî înfaz kirin

Şahidê bûyerê yê nû jî jibilî rewşa herdu ciwan "Sezgîn Demîrok û Şoreş Mutlu), têkîldarî rewşa ciwanê din (Cuneyt Yenî) dema ku polîsan gulebaran dikirin direviya axivî. Li gorî gotinên şahidê bûyerê Yenî yê ku ji guleberana polîsan direviya 30-40 metre durî Kolana 263'emîn a ku Mutlu û Demîrok hatin qetilkirin li hundirê kolanê bi saxî hate girtin. Yenî yê bi saxî hate girtin destê wî hate kelepçekirin, ji ber ku li ber xwe da rastî lêdana polîsan hat. Tîmên taybet tenê guleyek berdan serî Yenî û ew înfaz kirin.

Xizmên Yenî şahidiya piştrast dike

Gotinên malbata Yenî ya ku hêj cenazeyê wî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê ye û otopsiya wî bi encam nebûye şahidiyên ku hatine kirin piştrast dike. Li gorî vegotinên xizmên Yenî, di serê wî de tenê şopek guleyê heyê û di rûyê wî de jî şopên lêdanê heye.

Wêne şahidan piştrast dike

Di wêneyên Yenî yê hatiye qetilkirin de j^itê dîtin ku gule tenê li serê wî ketiye. Li cihê ku Yenî hatiye qetilkirin yek reş yek jî spî tu kelepçeyên plastîk hene û ev jî şahidiyan piştrast dike.

Xwediyê dikana bûye şahid di bin çav de ye

Li aliyê din hate îdiakirin ku xwediyê dikana li kolana ku Şoreş Mutlu û Sezgîn Demîrok hatine qetilkirin jî hatiye binçavkirin. Hate hinbûn ku kesê bi navê Osman ê ku dema bûyerê li dikana xwe bû jî piştî bûyerê hema hatiye binçavkirin. Hate hinbûn ku xwediyê dikanê yê bûye şahidê bûyerê jî ji bo rastî dernekeve holê hatiye binçavkirin.

(sa)