1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Cureyên masiyên Çemê Muradê kêm dibin
Cureyên masiyên Çemê Muradê kêm dibin,cureyên,masiyên,çemê,muradê,kêm,dibin

Cureyên masiyên Çemê Muradê kêm dibin

Hilberînerên masiyên Çemê Muradê diyar kirin ku êdî cureyên masiyan kêm bûne û hilberîna wekî berê nemaye

A+ A-

NECDET YENTÜRK Hilberînerên masiyên Çemê Muradê diyar kirin ku êdî cureyên masiyan kêm bûne û hilberîna wekî berê nemaye. Welatiyên hilberîna masiyan, anîn ziman ku piştî bendavên Alparslan 1 hate avakirin û torên Tiriviri zêde bûn cureyên masiyan kêm bûn.

Li herêma Mûşê welatiyên piştî berfa zêde û şert û mercên zivistanê yên dijwar li pey xwe hiştin, dîsa ketin nava hilberîn û xwezayê. Welatiyên ku li ser Çemê Muradê hilberîna masiyan dikin, piştî zivistana dijwar li pey xwe hiştin dîsa daketin ser çem û dest bi hilberîna masiyan kirin. Welatiyên ku betalin û ji bo debara xwe bikin hemû talûkeyan didin ber çavan, dîsa dest bi hilberînê kirin. Hilberînerên masiyan diyar kirin ku ji ber li ser Bendava Alparslan 1 torên Tiriviri zêde bûne cureyên masiyan kêm bûne. Welatiyan da zanîn ku masîvanên li ser tekerê kamyonan bi texteyan qeyik çêkirine û li ber pêlên geş li gundê Salorikê hilberîna masiyan dikin. Masîvanan diyar kirin ku ji serê sibê heta nîvro torê davên nava çemê Muradê, lê hin caran tu masiyan nagirin. Masîvanan anîn ziman ku bi salan in li ser Çemê Muratê masîvaniyê dikin û piştî bendavê her ku diçe cureyên masiyan kêm dibin.

Masîvanê bi navê Kerem Gur, diyar kir ku ew di nava avê de li çavkaniya debarê û pariyê nan digerin û wiha got: "Hin caran em masiyan digirin, hin caran em dest vala tên. Em kîloya masiyan bi 2 TL'yan difiroşin. Di zik hevde em rojê 30 TL qezenç dikin. Em hevî dikin ku Çemê Mûradê dê bigêje bereketa xwe ya berê." Gur, da zanîn ku karê wan talûkeye û 5 salin li gel vê talûkeyê vî karî dike. Gur, da zanîn ku ji ber betaliyê û kar tune neçarin vî karî dikin.

(mae)