1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cîhan ji komkujiyê re bêdeng e!..
Cîhan ji komkujiyê re bêdeng e!..,cîhan,ji,komkujiyê,re,bêdeng,e

Cîhan ji komkujiyê re bêdeng e!..

Welatên Rojava, Tirkiye û hikûmeta Kurd ji komkujiyê re bêdeng in

A+ A-

HELEB - ANF Komên ser bi El Qaîdeyê komkujiyan li Kurdê sivîl dikin. Li hemberî vê, welatên Rojava, Tirkiye û hikûmeta Herêma Kurdistana Federal bêdeng in. Nerazîbûnek bi tenê jî tineye. Welatê yekane yê êrîş şermezar kir Rûsya ye.

Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam/Eniya El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê ev hefteyeke, derveyî Rojavayê Kurdistanê êrîşî herêmên Kurdan Til Eran û Til Hasil dikin. Li ser navê Kurdayetiyê çi hebe, li vir rastî êrîşê tên. Ji mizgeftan anons tên kirin ku êrîş û destavêtina Kurdan 'helal e.' Mirov ji bo canê xwe rizgar bikin, direvin çolan.

Li vê herêmê, di 31'ê Tîrmehê de herî kêm 50 Kurdên sivîl hatin kuştin û nêzî 350 sivîl jî dîl hatin girtin. Roja 1'ê Tebaxê jî kamyoneta tê de 20 jin û zarok hebûn, ji aliyê çeteyan ve bi doçkayan hat rûxandin. Tê gotin ku çete dest diavêjin jinan.

Çekdarên El Qaîdeyê dema di 20'ê Tîrmehê de êrîşî taxên Kurdan ên li Girê Spî kirin, bi sedan Kurdên sivîl revandibûn û bi bombeyan malên wan tine kiribûn.

TIRKYE Û WELATÊN ROJAVAYÎ BÊDENG IN

Welatên Rojavayî yên ku bi tenê li hemberî sûcên rejîmê nerazîbûnê nîşan didin, li hemberî van komkujiyên ku weke 'raperîner' an jî 'mûxalîfan' bi nav dikin, bêdeng dimînin. Komên ser bi El Qaîdeyê bi awayekî vekirî, di serî de Tirkiye ji gelek welatên biyanî alîkariya leşkerî û malî distînin. Şervanên ji welatên biyanî tên anîn, ji sînorê Tirkiye bi hêsanî derbas dibin û şer û sûcên mirovahiyê dikin. Heman çekdar dema birîndar dibin bi ambûlansên Tirkiyê derbasî nexweşxaneyên ser sînor tên kirin. Lê sivîl, li ser sînor tên rawestandin.

Heta niha hikûmeta Tirk ti daxuyaniyeke ku van komên komkujiyan dikin şermezar bike, nehatiye. Ji hikûmeta Herêma Kurdistana Federal jî heta niha nerazîbûnek nehatiye. Di ser de jî deriyê sînor ê Sêmalka girtî ye.

JI RÛSYAYÊ ŞERMEZARKIRIN

Şermezarkirina yekemîn a êrîşên li dijî Kurdan, ji Rûsyayê hat.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Em êrîşên radîkalan ên li dijî nifûsa Kurdan a aştiyane, bi biryardarî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Meqamên Sûriyê û bi taybetî jî Konseya Bilind a Kurd û hemû komên mûxalefetê, di dema 2. Konferansa Cenevreyê de li hev bikin ku hemû organîzasyonên tund û terorîstên El Qaîdeyê, ji welatê xwe biqewirînin."

PEVÇÛN DEWAM DIKIN

Ji aliyê din ve, êrîşên El Qaîde û pevçûn dewam dikin.

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam di malpera ya înteretê de diyar kir ku Emîrê wan ê Rojhilatê Helebê Ebû Ubeyda El-Tunusî di pevçûnên li bajaroka Til Eranê ku di navbera wan û Eniya El-Ekrad de derketibû de hatiye kuştin.

Wekî din çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam û Eniya El Nûsra îro danê sibê saet di 04.00 de bi topan êrîşî Serêkaniyê kirin û di encamê de 4 sivîl bi sivikî birîndar bûn.

Li ser vê yekê, hêzên YPG'ê li dijî çeteyan dest bi operasyonê kirin. Di operasonên li dijî kozik û qereqolên çeteyan ên li Til Xelefê de herî kêm 35 endamên çete hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. Hat ragihandin, beşek ji kuştiyên çeteyan li erdê ne û komên çete nikarin wan bigirin. Piraniya birîndarên çeteyan jî rakirin Serêkaniya ser xetê.

Hêjayî gotinê ye, hêzên YPG'ê roja 17'ê Tîrmehê komên ser bi El Qaîdeyê ji Serêkaniyê qewirandibûn. Piştî ku deriyê sînor ji van komên ji ser Tirkiyê alîkariya leşkerî û malî distîne hat girtin, komên mijara gotinê ber bi herêma Til Xelefê ve vekişiyan. Pêr di serdegirtina hêzên YPG'ê ya li Til Xelefê de nêzî 20 endamên komên çete hatibûn kuştin.