1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cûdî û Besta tên bombebarankirin
Cûdî û Besta tên bombebarankirin,cûdî,û,besta,tên,bombebarankirin

Cûdî û Besta tên bombebarankirin

A+ A-

Çîyayên Cûdî û Besta, ji alî helîkopterên TSK'ê ve tên bombebarankirin. Piştî bombebaranê li daristanên her du çîyayan şewat derket.

Çîyayên Cûdî û Bestayê yên Şirnexê, ji alî helîkopterên TSK'ê ve tên bombebarankirin. Hate zanîn ku piştî bombebaranê li daristanên her du çîyan şewat derket. Welatîyên li heremê dijîn diyar kirin ku kes mudaxaleyî şewatê nekiriye û wiha bang li derdorparêzan kirin: " Di bin navê operasyonan de daristanan me dişewitînin. Derdorparêz li kuderê ne? Ji bo çi bertekên xwe li hemberî wêrankirina xwezayê nişan nadin."

Gorî agahîyên çavkanîyên heremî, 3 rojin şewat berdewam dike û piraniya herêma daristanê tev bû xwelî. DÎHA (mç/mae)