1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dadgeh Îro Dê Birharê Bide
Dadgeh Îro Dê Birharê Bide,dadgeh,îro,dê,birharê,bide

Dadgeh Îro Dê Birharê Bide

A+ A-

ENQERE - 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, biryara derbarê Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê serbixwe yê Amedê Hatîp Dîcle de wê îro bide.

Dadgeha Bilind biryara 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya sal û 8 meh cezayê girtîgehê derbarê Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Mehmet Hatîp Dîcle de dabû, 3 roj beriya hilbijartinê erê kir. Ji ber vê yekê ji bo ceza bê betalkirin parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran dan.

Dadgehê jî biryara ku li bendê bû duh bihata dayîn ji bo îro hişt. Dîwana dadgehê ku 2 rojan serlêdana parêzeran a betalkirina ceza dinirxînin îro jî bi encam nekirin û hiştin ji bo îro. Parêzeran anîn ziman ku li bendê ye ku dîwana dadgehê îro biryarê aşkere bikin. Parêzeran xwest cezayê wî têxe ber girtina wî ya bê ceza û ji ber ku zêdeyî 2 salan bêyî ceza di girtîgehê de maye ji cezayê xwe bêtir di girtîgehê de maye û divê serbest bê berdan. Ji ber ku li hemberî serlêdana parêzeran hêj 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryarê nade, ev yek jî bi xwe re fikar û gumanan tîne.


Bêjeyên Miftehî