1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dadgehê daxwaza gilîkirina der barê Buyukanit de qebûl kir
Dadgehê daxwaza gilîkirina der barê Buyukanit de qebûl kir,dadgehê,daxwaza,gilîkirina,der,barê,buyukanit,de,qebûl,kir

Dadgehê daxwaza gilîkirina der barê Buyukanit de qebûl kir

A+ A-

3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ku doza Şemzînanê tê dîtin daxwaza gilîkirina parêzerê mexdûran Murat Tîmur a der barê Serfermandarê wê demê Buyukanit de qebûl kir.

1'emîn danişîna doza endamên JÎTEM'ê Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkarê PKK'ê Veysel Ateş ku li dijî Pirtûkxaneya Umut êrîşa bi bombe pêk anîbû, serê sibê li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dest pê kir. Di danişînê de parêzerê mexdûran Murat Tîmûr, der barê Serfermandarê Giştî yê wê demê Yaşar Buyukanit, Fermandarê Beskê Artêşê ya Wanê Selahattîn Ugurlu û Fermandarê Cendirmeyan a Wanê Erhan Kobat ku Serdozgerê Komarê yê Wanê Ferhat sariyaka ji peyvirê girtibûn de serlêdana sûc kir. Tîmur, der barê endamên JÎTEM'ê Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkarê PKK'ê Veysel Ateş de jî xwest ji "Peyvira xwe xerat bikar anîne û bûne sedema kuştinan" bên darizandin û cezakirin. 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ku doza Şemzînanê tê dîtin daxwaza gilîkirina parêzerê mexdûran Murat Tîmur a der barê Serfermandarê wê demê Buyukanit de qebûl kir.

Çi bûbû?

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê pirtûkxaneya Umut di 9'ê mijdara 2005'an de rastî êrîşê hat. Di êrîşê de Alî Yilmaz û Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dabûn. Endamên JÎTEM'ê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş ji aliyê gelv e li sûc hatibûn girtin. Di wesayîta ku aydî endamên JÎTEM'ê bû de ajandayeke nav, navnîşanên mal û kargehên kesên ku dê bên qetilkirin, krokî û gelek belgeyên nivîskî hatibûn bidestxistin. Der barê bûyera Şemzînanê de di 22'ê mijdarê de li Wanê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Kaya û Îldenîz di 28'ê mijdarê de li Wanê hatibûn girtin û ew xistibûn Girtîgeha Leşkerî ya Wanê. Di 19'ê hezîrana 2006'an de 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ji ber "kuştina mirovan, avakirina çeteyan û teşebuskirina kuştinê" 39 sal 10 meh û 27 roj ceza li Kaya û Îldenîz birî. Piştî ku dosya çûbû Dadgeha Leşkerî bersûc di danişîna yekem de hatibûn berdan. Serfermandarê Giştî yê wê demê der barê wan de gotina "ez wan baş nas dikim, zarokên baş in" bi kar anîbû. DÎHA (mae)