1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Dafika li stargehên jinan
Dafika li stargehên jinan,dafika,li,stargehên,jinan

Dafika li stargehên jinan

A+ A-

Nûnerên saziyên jin, bal kişandin ser tundiya li hemberî jinê û diyar kirin ku jinên mexdûr ji aliyê dewletê ve nayên parastin û li ser navê starê ji nasnameyên wan tên dûrxistin Midûreya Jinê û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Turkan Turan, anî ziman ku polîtîkayên Wezîra Dewletê ya Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Şahîn a stargehên jinan ji nasnameya wan dûr dixe û wan dike ên din.

Tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe. Lê dewlet û rayedarên dewletê li hemberi vê tundî û binpêkirina mafan an bêdeng dimîne, an jî bi polîtîkayên ku jinê ji nasname û vîna wê dûr dixe nêzîk dibe. Saziyên jin bertek nîşanî Wezîra Dewletê ya Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Şahîn a stargehên jinan dan û diyar kir ku wezaret bi vê polîtîkayê dixwaze jinan têxe bin kontropa polîsan û wan ji nasnameya wan dûr bixe. Şêwirmenda Mala Jinê ya Kardelen Civaknas Yildan Altun, diyar kir ku di kuştina jinan de zêde bûn çê dibe û sedema vê yekê jî politikayên dewlete ye. Altun, anî ziman ku her ku jin hişyar dibe û zane dibe bêtir mafê xwe nas dike û li mafê xwe xwedî derdikeve. Altun, anî ziman ku ji ber hişmendiya serdest û zilam li dijî zanebûna jinê ye, her ku jin hişyar û zane dibe bêtir rastî êrîş û tundiyê tê, ji ber ku ev yek li dijî berjewendiyê zilam û pergalê ye."

'Çapemenî teşvîk dike'

Altun diyar kir ku, biryara ji bo jina bûyî magdurê lêdan û zordariyê ya "Nasnameya Cuda", biryarek ne rast bi nav kir û ew biryara ji bo jinê êş qebûl kir. Altun bal kişande ser rewşa çapemeniyê ya ku li hember kuştina jinê disekine û wiha axifî: " Sekna çapemeniyê ya ji bo kuştina jinê teşvîkkirine û nuçeyên tên çêkirin di civakê de kuştina jinê wek rewşeke asayî qebul kirin dide. Pêwîste devlet ne tenê jînê pewîste zilam jî perwerde bike u lêkolîn û xebata xwe berfireh bimeşîne."

'Wezîratî cîddî nêzîkê pirsgirêkan nabe'

Midura Şaxa Şaredariya Amedê a Mezin ya ji Malbat û Jinan Berpirsiyar Turkan Turan, diyar kir ku wezîratî bi cîddî nêzîkê pirsgirêka nabe û got tê xwestin ku pirsgirêka jinan bi mekanîzmaya teknîk de bê xeniqandin. Turan, anî ziman ku ew berê ji li dijî hin projeyê wezîratê derketinê û got lazimê ku projeyên ji bo tundiyê pêk tên serîda bên parve kirin û şert û mercên wê pêk bên. Turan wiha axivî: "Projeyên ku tên xwestin bên pêk anîn, divê saziyên jinan parv bikin û nêrînên wan bigirin. Em li dijî jinên ku li stargehê de nasnameyêk cuda bigirin ne. Ev ne hewceyê. Yê bi vê pêkanînê jinê ji civakê dûr bexîn û carêk din dîsa jinan wedêkirin bikin"

'Edî bila polîtîkayên wedêkirinê bidawî bibin'

Turan, destnîşankir ku nav civakê de nêrînên ne baş henê û got divê civak xwe biguherînê, ji bo vê jî divê serî de dewlet xwe biguherînê. Turan, anî ziman ku ji çareserkirina pirsgirêkan divê serî de polîtîkayên jinan wedêkirinê dawî bibin û wiha pêde çû: "Her roj flîm û diziyên nû tên çekirin, divê ev flîm û dizî peyamên civakî bidin. Divê peyamên cudakiriyê nedin. Di nav sîstemê de ked û rihê jinê tê tunekirin. Jin bi vî awirî birîn digirê." DÎHA (dt/mç/mae)


Bêjeyên Miftehî