1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAIŞ gundên Êzidiyên li Şengalê topbaran dike
DAIŞ gundên Êzidiyên li Şengalê topbaran dike,daiş,gundên,êzidiyên,li,şengalê,topbaran,dike

DAIŞ gundên Êzidiyên li Şengalê topbaran dike

A+ A-

XEYRÎ KIZILER - ŞENGAL Çeteyên DAIŞ'ê bajarokê Tilbenat ê Şengalê bi hawanan topbaran kirin. Çeteyan her wiha dor li gundê Girzerikê girtine. Şêniyên herêmê ji rewşê fikaran dike.

Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku li Rojavayê Kurdistanê û derdora Şengalê bi pêkanînên xwe yên hovane di rojevê de ye, îro saet di 6 û nîvan de bi hawanan bejahiya Tilbenat a ser bi Şengalê, ku piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku 8 topên hawanê li Tilbenatê, 2 jî li gundê Xezî yê ser bi Tilbenatê ketine.

Ji ber bombebaranê tiştek bi kesî nehat, lê belê yek ji hawanan li hewşa malekê ket.

Ji dema dagirkeriya DAIŞ'ê ya Tel Afer û Baajê û vir ve cara sêyemîn e ku wargehên Êzidiyan ên li Tilbenatê tên bombebarankirin.

Yek ji wargehê Êzidiyan ê li Şengalê di bin dorpêçiya çeteyên DAIŞ'ê de ye gundê Girzerik e.

Hat ragihandin ku çete 400 metre dûrî gund, ji sê aliyan ve kozik kolandine û li dora gund bicih bûne.

Cihên ku çeteyên DAIŞ'ê lê mewzî girtine jî zeviyên gundiyên Êzidî ne.

Tevî ku li van cihan hêzên pêşmerge hene jî, şêniyên herêmê nerazî ne ku pêşmerge li hemberî vê tevgera DAIŞ'ê dengê xwe dernaxîne.

LI SER RÊYA BEJAHÎ WESAYÎTÊN SIVÎL HEDEF TÊN GIRTIN

Sînorê navbera Şengal-Rabîa, li aliyê Sûriyeyê di bin kontrola hêzên YPG'ê de ye, li aliyê Iraqê jî (Rêya bejahî ya Şengal-Rabî) di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye. Tevî ku rêya bejahî di bin kontola Pêşmergeyan de ye jî timî rastî êrîşa DAIŞ'ê tê. Wesayîtên sivîlan ên ji rêya bejahî derbas dibin tên bombekirin, wesayît tên gulereşandin, mirovên sivîl tên kuştin û birîndarkirin. Berî 4 rojan di encama gulereşandina wesayîteke sivîl de 8 kes birîndar bûn. Beriya 15 rojan jî di encama teqîna mayîneke çeteyan çandibû de, 2 jê zarok 4 sivîlên di wesayîteke sivîl de jiyana xwe ji dest dabûn.

GEL PARASTINÊ TÊRKER NABÎNE

Li qadên ku tê gotin ji aliyê pêşmergeyan ve tê parastin, di nava gel de bêewlehî heye. Gel bi fikar e. Ji tedbîr û helwesta pêşmergeyan a li hemberî êrîşan gazinan dike. Dixwazin tavilê hêzên leşkerî yên Kurd ên din dest bi parastina Şengalê bikin.