1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAIŞ'ê êrîşî gundên kobanê kir: 4 qurbanî
DAIŞ'ê êrîşî gundên kobanê kir: 4 qurbanî,daiş,ê,êrîşî,gundên,kobanê,kir,4,qurbanî

DAIŞ'ê êrîşî gundên kobanê kir: 4 qurbanî

A+ A-

ANHA - KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê şevê din gundê Buraz ê rojavayê herêma Kobanê topbaran kirin û di encamê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Hate zanîn ku şevê din gundê Boraz ê 35 km Rojavayê bajarê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê bi hawanan hate topbarankirin. Di encama topbaranê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan. Navên qurbaniyan wiha ne:

Navên wlatiyan ku bûne qurbanî wiha ne:

Ehmed Şerîf Heco 36 salî ye. Elî Musilm Şêxo 31 salî ye. Mihemed Berkel Silê 29 salî ye. Mehmûd Berkel Misto 27 salî ye. Di heman demê de komên çete yên DAIŞ'ê gundê Qîz Elî yê 70 km rojhilatî Kobanê topbaran kirin û 4 topên hawanê li gund ketin. Lê tu ziyan çênebûn.

Ji aliyê xwe ve Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê bang li welatiyên herêmê kir ku beşdar merasma oxirkirina her 4 welatiyên ku li gundê Burazê di encama topbaranê de jiyana xwe jidest dan, bibin. Merasîm îro saet di 10'an tê lidarxistin û dê cenazeyên her 4 welatiyan li goristana Şehîd Dicle werin oxirkirin.

(he)