1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAİŞ’ê li Sadiye ala Herêma Kurdistanê anî xwar
DAİŞ’ê li Sadiye ala Herêma Kurdistanê anî xwar,dai̇ş,ê,li,sadiye,ala,herêma,kurdistanê,anî,xwar

DAİŞ’ê li Sadiye ala Herêma Kurdistanê anî xwar

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 21.06.2014 16:13:53 Piştî ku çekdarên DAİŞ’ê nahyeya Sadiye ya Herêma Kurdistanê xistin di bin kontrola xwe de, cihên ku ala Herêma Kurdistanê li ser anîn xwar û ala xwe ya reş li ser bilind kirin.

Çekdarên DAİŞ’ê li ser rûpelên xwe yên taybet ên Facebook û Twitterê wêneyê ser birîna du leşkerên Iraqî belav kirine û di bin wê de wiha dinivîsin; “Tolhildana tecawîzkirina keçên Misilman ên li Kurdistanê.”

Çekdarên DAİŞ’ê piştî ku nahyeya Sadiye bi temamî xistin di bin kontrola xwe de, alên Herêma Kurdistanê yên li ser cihên taybet anîn xwar û li cihê wan alên xwe bilind kirin.

Nahyeya Sadiye dikeve çarçoveya maddeya 140 û niha bi temamî di destê DAİŞ’ê de ye. Li gor agehdariyan çekdaran li ser gelek cadayan mayîn danîne û ji bo di dema egera her êrişekê de bên teqandin.

Nahyeya Sadiye girêdayî bajarokê Xaneqîn ê Herêma Kurdistanê ye. Rûniştvanên wê kurd, ereb û tirkmen in. Lê ji ber şiddeta van salên dawî ya li dijî kurdan, hêjmarek zêde ya kurdan ji wê navçeyê koçberbûne û ber bi bajarên aram ên Herêma Kurdistanê ve hatine.