1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Danişîna doza Koma Aştiyê taloq bû
Danişîna doza Koma Aştiyê taloq bû,danişîna,doza,koma,aştiyê,taloq,bû

Danişîna doza Koma Aştiyê taloq bû

A+ A-

ANF11:46 / 25 Tebax 2011 AMED - Danişîna doza emdamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ku bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" û "Propaganda rêxistinê kirine" hate birêveberin. Dadgehê careke din doz taloq kir.

Danişîna doza endamên Koma Çareseriya Aştî û Demokratîk ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 19'ê berfanbara 2009'an de ji Qendîl û Mexmûrê hatin Tirkiyeyê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin.

Doza endamên Koma Aştiyê ku bi îdîaya "Li gel ku ne endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine" û "Propaganda rêxistinê kirine îro jî berdewam kir. Di rûniştinê de endamên Koma Aştiyê Abdullah Yaman, Caziye Kabul, Sosin Yaman, Elîf Uludag, Ayşe Kara, Zehra Tunç û parêzerên wan Fethî Gumuş û Ferda Miran amade bûn.

Heyetê piştî li parastinan guhdar kir, dîsa der barê endamên Koma Aştiyê de berdawama giritnê da û rûniştin taloqî rojên pêş kir. Parêzer Fethî Gumuş jî parastin kir û diyar kir ku muwekîlên wî di salên 1990'an de ji gundê xwe koçber bûne û ji ber ku derasî dervê sînor bûne mexdûr bûne. Gumuş, xwest muwekîlê wî serbest bên berdan. Lê heyetê dîsa rûniştina dozê taloqî 18'ê Îlonê kir.

ANF NEWS AGENCY