Davutoglu li Wanê got û li Wanê xist dewreyê
WAN (DÎHA) – Li Wanê ciwanên ku li dijî qatlîamên ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê pêk tîne çalakiyan pêk tînin rastî êrîşa polîsan tên û polîs bi wesayîtên Ford Ranger ve dikevin taxan û taxan û gel rasterast gulebaran dikin.
Beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê Serokwezîr Ahmet Davutoglu di mîtînga Wanê de fermana "torosên nû" dabû û gefa "heke em biçin dê torosên spî bên" xwaribû. Piştî vê yekê wesayîtên Ford Ranger li Amedê wekî salên 90'an derketin holê. Wesayîtên Ford Ranger niha jî li Wanê di dewreyê de ne. Li Wanê ciwanên ku êrîş, qatlîam û dorpêçên li Kurdistanê şermezar dikin rastî êrîşa polîsan tên. Polîs bi wesayîtên Ford Ranger ve dikevin taxan, gel û ciwanan rasterast gulebaran dikin. Zarokê bi navê M.A. yê di êrîşan de birîndar bû diyar kir ku dema ku diçû mala apê xwe ji wesayîtên zirxî yên di têketina kolanan de ew hatiye gulebaran kirin. M.A. wiha axivî: "Ez diçûm mala apê xwe. Polîs hatin taxê. Li taxê tu bûyer jî tunebû. Ez ji nava ciwanan derbas bûn. Ji min re gotin neçe. Piştre wesayîtek hat. Ronahiya xwe nîşan da. Min di milê xwe de wekî lerizandinekî his kir, piştre ez li erdê ketim." M.A. bilêv kir ku welatiyan ew bi derfetên xwev e derman kirine.
'Ligel ku dîtin jî gulebaran kirin'
M.A. got ku li gel ku yên li hundirê wesayîtê ew dîtine jî gulebaran kirine û êrîşên bi vî rengî hê jî berdewam dike. M.A. destnîşan kir ku dewlet bi taybetî zarokan dikin hedef û nirxandina "zarok bi zanebûn tên hedefgirtin" kir. M.A. li dijî êrîşan banga xwedîlêderketinê li gel kir û wiha got: "Zarokên xwe bêxwedî nehêlin, xwedî li taxên xwe derkevin."
Hefteya borî 2 zarok birîndar bûn
Hefteya borî li taxa Suphanê polîsan êrîşî ciwanan ku qatlîamên hêzên dewletê şermezar dikirin kir û zarokên bi navê Suat Orhan û Ugur Kurt birîndar kiribûn. Zarok hê jî tên dermankirin.
(sa)
