1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Daxuyaniya Dawî ya HPG'ê
Daxuyaniya Dawî ya HPG'ê,daxuyaniya,dawî,ya,hpg,ê

Daxuyaniya Dawî ya HPG'ê

A+ A-

BEHDÎNAN - Navenda Çapemenî-Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li navçeya Elkê ya Şirnexê derbe li helîkopterek a bi tîpa Skorsky daye. Her wiha hat diyarkirin ku di encama çalakiya venêrîna rê ya ji aliyê gerîlayan ve li ser riya Şirnex û Dihê de cerdevanek hatiye girtin, cerdevan piştî lêpirsînê hatiye berdan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê operasyonên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan de daxuyanî da.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê çalakî û operasyonan de ev agahî da:

“27 tebax, saet 17.00, gerîlayên me li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî helîkoptera Skorsky a ku nizim difiriya çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de helîkopterê derbe xwariye û neçar maye ku li fermandariya alaya navçeyê deyne. Piştî çalakiya gerîlayan artêşa Tirk herêmê operasyon daye destpêkirin û hê jî berdewam dike.

‘CERDEVAN PIŞTÎ LÊPIRSÎNÊ SERBEST HATE BERDAN

-27’ê tebax seat 16.00-18.00, gerîlayên me li ser riya di navbera Şirnex û navçeya Dihê ya Sêrtê de çalakiya rêqûtkirinê pêk aniye. gerîlayên me li vir ala partiyê vekirine û propaganda kirine. Di encama çalakiyê de cerdevanek hate binçavkirin û piştî lêpirsînê serbest hate berdan.

LI DIJÎ GIRÊ BERXAN ÊRIŞA HEWAYÎ

-27 tebax, saet di 17.00-18.00 Girê Berxa yê Colemêrgê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombebarankirin. Di heman rojê de di seat 18.00-19.00 de heman herêm li rastî êrişa bi obîs û hewanan hatiye.

-26’ê tebax, artêşa Tirk li deverên Kiyê, Orê û Sumbulê yên Colemêrgê dest bi operasyonê kiriye. Di encama operasyonê de artêşa Tirk bi ser gundan de girtiye û di encamê de girtin û binçavkirin pêk hatine.

-26’ê tebaxê, saet di 21.00 de gerîlayên me li dijî Midûriyeta Emniyeta navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di encama êrişê de jimara kuştî û birîndar artêşa Tirk ji aliyê me ve nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê polîsan derdorê rasterast gullebaran kirine û piştî wê polîsan êrişê gel kir û di encamê de di navbera gel û polîsan de pevçûn qewimiye.

-26 Tebaxê, artêşa Tirk devera Meydanê ya li zozanên girêdayî navenda Colemêrgê daye ber û obîs û hewanan. Di encama êrişê de gundiyek birîndar bûye. Di heman rojê de danê êvarê heman dever ji aliyê artêşa Tirk ve hatine topbarankirin. Di encama topbaranê de gundî neçar man ji zozanan dabikevin.”


Bêjeyên Miftehî