1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Daxuyaniya Erdogan li dijî aqilan e"
"Daxuyaniya Erdogan li dijî aqilan e",daxuyaniya,erdogan,li,dijî,aqilan,e

"Daxuyaniya Erdogan li dijî aqilan e"

Demîrtaş: Daxuyaniya Erdogan li dijî aqilan e

A+ A-

ALPER ATALAY/EMİNE ALTINKAYA

ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên di gera Katarê de got "Heke PKK çekan dîne dê operasyon rawestin" nû nîn e û divê Erdogan niyeta xwe bi zelalî aşkera bike û wiha got: "Heke em hewoka Erdogan talîl bikin ev derdikev holê; Dibêje piştî PKK'ê çek danîn em dê operasyonan rawestînin. Ev nêzîkahî li dijî aqilan e. Ji xwe rêxistina çekan berde operasyon nayên kirin. Gelo piştî PKK'ê çek berdan îhtîmala Serokwezîr operasyonan li dar bixe heye?"

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî mijarên di rojevê de ji DÎHA'yê re axivî. Demîrtaş, axaftina xwe bi pîrozkirina 1'ê Gulanê dest pê kir û diyar kir ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan geşedanên gelek girîn pêk tên. Demîrtaş, anî ziman ku li hemû herêmên kurd lê dijîn geşedanên siyasyî yên girîng pêk tên. Demîrtaş, da zanîn ku xwestin daxwazên kurdan ên siyasî li qada bitepisînin lê li gel hemû zext û zordariyan kurdan li qadan daxwazên xwe anîn ziman û wiha axivî: "Di demeke wisa de me 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Helwesta gelê me ya di Newrozê de nîşan dayî encamên siyasî derxistin holê. Berî her tiştî polîtîkayên zextê ji bo gelê kurd bê wate ye. Ev yek di Newrozê de bi awayeke zelal derket holê."

'1'ê Gulanê ji bo kurdan gelek girîng e'

Demîrtaş, bilêv kir ku divê têkoşîna azadiyê bênavber berdewam bike û 1'ê Gulanê ji bo kedkar û kesên bindest mafên xwe li qadan bînin ziman gelek girîng e. Demîrtaş, destnîşan kir ku mafên kurdan ên kedê û çandê tên metîngerkirin û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê ji bo kurd dengê xwe ji hemû cîhanê re vebêjin gelek girîng e. Ji ber vê yekê 1'ê Gulanê ji bo kedkarên Tirkiyeyê û kurdan rojeke gelek girîng e."

'Em dê bi ruhê Newrozê tevî 1'ê Gulanê bibin'

Demîrtaş, diyar kir ku ew dê ji ber pêvajoyê amadekariyên 1'ê Gulanê ji hemû caran baştir bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em bang li hemû gelê xwe dikin di serî de Taksîm Stenbolê û hemû bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê 1'ê Gulanê bi hempa pîroz bikin, dikin. Divê li hemû cihan gel bi reng, pankart û sloganên xwe tevlî 1'ê Gulanê bibe. Em dê bi rihê Newrozê tevlî 1'ê Gulanê bibin. Newroz û 1'ê Gulanê dê bibin yek û bi vê yekê peymeke zelal bidin hemû cîhanê û hikûmeta AKP'ê. Divê gelê me bi rihê Newrozê tevlî 1'ê Gulanê bibe. Em jî dê wê rojê li qadan bin."

'Wezîrê hikumetê yê karên hundir bi pirsgirêk e'

Demîrtaş, anî ziman ku daxuyaniyên berî Newrozê yên "Dê provokosyon çêbibin" berî 1'ê Gulanê jî dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hikûmetê Wezîreke Karên Hundir ê bi pirsgirêk heye. Ev wezîrê bi pirsgirêk encama polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên herî li ber çav e. Ji bo mirov polîtîkayên AKP'ê yên rast pêm bike tenê bila li Wezîrê Karên Hundir bike bes e. Ev wezîr hemû çalakiyên girseyî û bernameyan, tenê yên BDP'ê na yên hemû derdorên muxalîf weke 'çalakiyên terorîst' dibîne û wisa nêzîk dibe." Demîrtaş, da zanîn ku polîtîkayên AKP’ê berê hewildanan qedexekirinê û pişt re jî ji bo ku bi girseyî derbas nebe astengirin e û wiha got: "Wekî tê zanîn hewildana hikûmet ya ku 1'ê Gulanê provoke bike heye. Têkildarî 1'ê Gulanê de daxuyaniyên hikûmet û Waliyê Stenbolê yên hinek agahî girtin hatin kirin hene. Bi vê yekê tê fêmkirin qedexe nake lê ji bo gel tevlî nebe dest bi hewildanan kir. Lê divê sendîka û partiyên siyasî bi biryar bin ji ber ku armanca hikûmetê diyar e. Armanc ew e ku girseyê li hev kom nekin."

'Divê serokwezîr niyeta xwe zelal bike'

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên di dema gera Katarê de gotin ên "Heke PKK çekan danî dê operasyon rawestin" nû nîn e û divê Erdogan niyeta xwe bi zelalî aşkera bike û axivî: wiha got: "Heke em hewoka Erdogan talîl bikin ev derdikev holê; Dibêje piştî PKK'ê çek danîn em dê operasyonan rawestînin. Ev nêzîkahî bi mantiqî nîn e. Ji xwe rêxistina çekan berde operasyon nayên kirin. Gelo piştî PKK'ê çek berdan îhtîmala Serokwezîr operasyonan li dar bixe heye? Ji ber vê yekê ve gotineke bi manqitî nîn e. Lê heke Serokwezîr bêje bila PKK agirbestê îlan bike em jî dê operasyonan rawestînin, bila vê yekê jî hêj zelaltir bîne ziman." Demîrtaş, bilêv kir ku tu mantiqa gotina "Bila PKK dest ji çekan ber de em dê operasyonan rawestînin" tuneye û ji xwe dema çek hatin berdan dê operasyon rawestin. Demîrtaş, destnîşan kir ku daxuyaniya Erdogan, daxuyaniyeke li ber çava bê girtin nîn e û wiha axivî: "Erdogan weke tişteke nû kir tev digere. Gotina Erdogan tê wateya dê operasyon bi israr berdewam bikin."

'Armanca konferansa neteweyî banga çekan berde nîn e'

Demîrtaş, da zanîn ku armanca Tirkiyeyê ew e di Konferansa Neteweyî ya Kurd de ji bo PKK'ê banga dest ji çekan berde derbixe û ev nêzîkahî rast nîn e. Demîrtaş, anî ziman ku konferansa girêdayî banga PKK dest ji çekan berde pêk nayê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku armanca Konferansa Neteweyî ya Kurd, banga PKK çekan berde nîn e. Armanc ew e ku yekîtiya gelê kurd pêk bê û li ser rêgezên bingehîn li hev bên e. Heke yekîtiya gelê kurd pêk bê dê li ser daxwazên hevpar bi hêz derbikevin pêşberî cîhanê. Ya girîng ew e ku daxwazên gelê kurd ên hevpar derbixin holê. Daxwazên gelê kurd ên li 4 parçeyan dijîn ên hevpar in. Armanca konferansê divê ev be."

'Dê 5 kes ji Tirkiyeyê tevlî komîteya amadekar bibin'

Demîrtaş, diyar kir ku ew dixwazin konferans demek nêz de pêk bê û ji bo konferas bigihije armanca xwe divê komîteya amadekar bi hêz amadekariyên xwe bike. Demîrtaş, anî ziman ku di hevdîtina duh bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê re pêk anîn ev mijar jî girtin dest û xwestin bi awayeke lezgîn komîteya amadekar kom bibe û wiha got: "Berê me xwest ku li her perçeyekî 3 kes bên cem hev. Lê li Tirkiyeyê ji bo 5 kes tevlî bibin me nêrîn diyarkirin û wî jî ew yek qebûl kir. Nûnerên siyasî yên dê ji parçeyên din bên rojên pêş de dê hevdîtin destpê bikin. Li Tirkiyeyê 5 kes dê tevlî van hevdîtinan bibe."

'Em dê li DYE'ê hevdîtinên girîng li dar bixin'

Demîrtaş, da zanîn ku DYE ji bo polîtîkayên Rojhilata Navîn pêk bên aktoreke gelek girîng e. Demîrtaş, bilêv kir ku DYE di pirsgirêka kurd de yek alî hatiye enformekirin û ji ber vê yekê gera wan a DYE'yê gelek girîng e. Demîrtaş, destnîşan kir ku ew dixwazin saziyên DYE'yê yên bi bandor pirsgirêka kurd ji BDP'ê guher bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em dixwazin nêrîna partiya xwe ya li hemberî pirsgirêkên Tirkiyeyê û herêmê ji wan re vebêjin. Ji ber vê yekê em dê hefteya pêş me biçin DYE'yê û li Wezareta karên hundir û sazî, konferansên zanîngehan û li senatoyê hevdîtinan bikin û polîtîkayên partiya xwe ji wan re vebêjin. Nûnertiya me ya Washîngtonê fermî dixebite."

(bd/mae)