1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Daxuyaniya HPG'ê
Daxuyaniya HPG'ê,daxuyaniya,hpg,ê

Daxuyaniya HPG'ê

A+ A-

BEHDÎNAN - HPG’ê ragihand ku êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parstinê yên Medyayê berdewam dikin û duh jî herêmên Zap, Qendîl, Heftenîn, Xakûrkê û Zagros hatine bombebarankirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê êrişên hewayî yên di 22’ê tebaxê de ji aliyê artêşa Tirk ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin de daxuyaniyek da.

HPG’ê derbarê van bombebaranan de ev agahî da:

“22’ê tebaxê, di navbera saet 12.30-13.00 de li dijî devera Kortek a Qendîlê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişeke hewayî hatiye lidarxistin.

22’ê tebax, saet 11.30-15.00 artêşa Tirk a dagirker êrişek hewayî li dijî Geliyê Reş Şehîd Bêrîtan ên herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist û di encamê de agir bi herêmê ket, şewat berdewam dike.

22,’ê tebax, saet 12.00-14.30, Artêşa Tirk a dagirker li dijî geliyê Ava Basya ya herêma Zagrosê êrişeke hewayî li dar xistiye. Di encama êrişê de agir bi deverên daristan ketiye û hê jî berdewam dikin.

22’ê tebax, saet 12.00-14.30, Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî girê Şkefta Birîndaran, girê Şêladizê, û Kurê Jaro yên ser bi herêma Zapê êrişeke hewayî li dar xistiye.

22’ê tebaxê, di saet 10.30-14.00 de, balafirên artêşa Tirk li dijî devera Qeşûra, û gundên Dêreşîş û Sararoyê yên li Heftenûn a ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişek hewayî li dar xistiye. Di encama êrişa hewayî de bax û baxçeyên gundiyan ziyan girtine.

Di êrişên hatin lidarxistin de tu windahiyên hêzên me çênebûne.”


Bêjeyên Miftehî