"Daxuyaniya Tanriverdî bêberpirsyarî ye"
Baluken: Daxuyaniya Tanriverdî mînaka bêberpirsyariyeke mezin e
Wekîlê Seroka Koma BDP'ê Îdrîs Bakûken bertek nîşanî daxuyaniya Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyin Tanriverdî ya ji bo destnedayîna parlementerê BDP’ê bê rakirin da. Balûken, anî zimn ku daxuyaniya Tanriverdî nayê qebûlkirin û mînaka neberpirsiyariyê ye û wiha got: "Ev niqaş talûke ne. Ger ku ev niqaşên talûke pêş bikevin Tirkiye bi salan naye ser xwe.
Êrîşa AKP'ê ya li hemberî parlementer, rêveber û endamên BDP'ê bê navber berdewam dikin. Li aliyekî di bin navê operasyonên “KCK”ê de rêveber û endamên BDP'ê tên girtin, li aliyê din parlementer, wezîr û Serokwezîrê hikûmeta AKP'ê bi devkî êrîşî BDP'ê dikin. 6 parementerên BDP'ê girtî ne û bi dehan şarearên BDP'î hatine girtin. AKP, dixwazin ku destnedayîna parlementerên BDP'ê bên rakirin û wan li dervê meclîsê bihêlin. Her çend Serokwezîr Erdogan bêje cihê siyasetê meclîs e jî dîsa bi her awayî êrîşî BDP'ê dikin û dixwazin BDP'ê li dervê meclîsê bihêlin. Heri dawî Wekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokê Reveberiya Herêmî Parlementerê Manisa Huseyin Tanriverdi beriya civîna şaredaran parlementerên BDP’ê kir hedefa xwe û xwest di 1'ê Cotmehê de dema Meclîsa Tirkiyeyê vebû parlementerên têkiliya wan bi rêxistinê re hebin bên zelalkirin û ji meclîsê bên dûrxistin.
‘AKP dixwaze îflaza xwe veşêre'
Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdris Baluken, têkildarî daxuyaniyên Tanriverdî ji ajansa me DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku ev rewşa tengbûn û xetimandina hikûmeta AKP'ê dide nîşan û wiha got: "Hikûmeta AKP'e di qada polîtîk de ketiye tengasiyek mezin. Piştî daxuyaniyên Serokwezir Recep Tayyip Erdogan li dijî gelê kurd û BDP'ê êrîşên lîncê detst pê kiriye. Ev daxuyaniyên Tanriverdi diyar dikeku polîtîkayên AKP'ê îflas kiriye.
‘Ger destnedayîn bê rakirin dê şer gûr bike'
Balûken, anî ziman ku daxuyaniyên AKP'î Tanriverdî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pir talûke ne û ger destnedayina parlementerên BDPî bên rakirin dê Tirkiye têkeve nava pêvajoya şer. Baluken, anî ziman ku ev hewldan û daxuyanî di qada siyasetê de pir talûke ne û pêşeroja Tirkiyeyê dixe nava talûkeyê û wiha got: "Ger ku parlementer bên girtin, dê şer gûrtir bibe. Kuştin dê zêdetir bibe û windahî zêdetir bibin. Ev ji bo tu kesî ne baş e. Ev daxuyaniyağ Tanriverdî berpirisiyariyek herî xirab û serberdayi ye. Mînaka herî xerab e. Ev geşedan tev li ser fermana Erdogan pêş dikevin. Hemu daxwaz û israra şer e. Lê divê rê li pêşiya van niqaşan bê girtin û rê li pêşiya niqaşên demokratîk bên vekirin.
(mae)
