1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Daxwaza Makeqanûna nû kirin
Daxwaza Makeqanûna nû kirin,daxwaza,makeqanûna,nû,kirin

Daxwaza Makeqanûna nû kirin

A+ A-

Di mitînga ji hêla Federasyona Elewî Bektaşiyan ve hatiye lidar xistin de nezî 100 hezar kesan daxwaza makeqanûnek demokratîk û welatiyên wek hev xwestin. Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Alî Balkiz, feraseta 12 Îlonê ji hêla AKP'ê ve tê meşandin û wiha got: “AKP zarokê 12 Îlonê ye.”

Nêzî, 100 hezar elewî li Qada Gundogduyê bi daxwaza "Makezagoneke demokratîk û mafê welatiyên wekhev" civiyan û careke din daxwazên xwe bilêv kirin. Elewiyan bê navber diruşmên wekî “AKP dê hesabê bide gel”, “Em elewî ne, mafdar in û dê qezenç bikin" ,“Madimak bila bibe muze" berz kirin. Rêxistinên elewî, sendîka, rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşesaziyê û partiyên siyasî bi pankart û rengên xwe beşdarî mitîngê bûn. Kevokên spî ji platformê firandin. Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Alî Balkiz, anî ziman ku ew careke din ji bo maf, nasname û rûmeta xwe li qada nin û heta ku daxwazên wan bên cih dê têkoşîna xwe bidomin. Balkiz, diyar kir ku ji bo her kesê wateya 12'ê Îlonê heye lê ji bo elewiyan cuda ye û wiha domand: “Hûn dizanin bi 12'ê Îlonê waneyên olî dest pê kir. AKP jî didomîne. Bi 12'ê Îlonê dest pê kir bi çêkirina camiyan ên li gundê elewiyan didom e..AKP li hemberî elewî, çepgir, komînîst û muxalîfan zextan didomîne. AKP di şert û mercên 12'ê Îlonê de derket holê. AKP zaroke 12'ê Îlonê ye.”

‘Bila li vî welatî tu kes rastî cudaxwaziyê neyê’

Piştre Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Fevzî Gumuş, diyar kir ku daxwazên elewiyan makulun û dixwazin bibin xwedî mafên wekhev. Gumuş, wiha ber dewam kir: “Li vî welatî ciwan, betal, siyasetmedar, bawermend divê rastî cudaxwaziyê neyên. Em li dijî cudaxwaziyê ne.” Mitîng bi axaftinan serokên komeleyên elewiyan didome.

Piştî axaftinan Dertlî Dunya derket ser dîkê û klam vegotin. Piştre Ferhat Tunç derket ser dîkê. Mitîng bi konsera Arif Sag bidawî bû.

DÎHA (ay/mae)


Bêjeyên Miftehî