1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Daxwaza tahliya wan jî hat redkirin
Daxwaza tahliya wan jî hat redkirin,daxwaza,tahliya,wan,jî,hat,redkirin

Daxwaza tahliya wan jî hat redkirin

A+ A-

Daxwaza serbestberdana parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yên Mêrdînê û Rihayê Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate redkirin.

Duh serlêdana ji bo tahliyekirina parlamenterên Blokê Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş û Hatîp Dîcle yê ku parlamenteriya wî ji aliyê YSK'ê ve hate betalkirin ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hate redkirin. Hinceta redkirina dadgehê jî 83'emîn madeya Makeqanûnê û madeya 100/3-a ya Qanûna 5271'an a Cezayê.

Îro jî 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daxwaza serbestberdana parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yên Mêrdînê û Rihayê Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim red kir. Parêzerên Ayhan û Yildirim dê sibê serî li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bidin û biryarê îtîraz bikin. DÎHA (mae)