1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Dayika Kevser Elturk: Ew şerma wan e, serê me bilind e
Dayika Kevser Elturk: Ew şerma wan e, serê me bilind e,dayika,kevser,elturk,ew,şerma,wan,e,serê,me,bilind,e

Dayika Kevser Elturk: Ew şerma wan e, serê me bilind e

A+ A-

WAN (DÎHA) – Dayîka Endama YJA Star Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin û piştre cenazeyê wê tazî kirin û teşhîr kirin, Delal Ertuk bertek nîşanî wêneyê hêzên dewletê li Cizîrê cenazeyê jinekî din wisa teşhîr kir da û wiha got: "Teşhîrkirina dewletê ya bedenên jinan şerma wan e. Serê me her tim bilind e."

Teşhîrkirina dewletê ya li hemberî bedenên jina bi wêneya dawî ya li Cizîrê careke din derket hat holê û li hemberî wêneyê bertek didomin. Dayîka Endama YJA Star Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku di 10'ê tebaxa 2015'an li navçeya Gimgimê ya Mûşê piştî hat înfazkirin cenazeyê wê tazî kirin û teşhîr kirin Delal Elturk diyar kir ku dijminahiya dewletê ya li hemberî jinê di şexsê keça wê de careke din derket holê û wiha got: "Lê bila ji bîr nekin serê me her tim bilind e û jinên kurd teqez li hemberî wan bêdeng namînin." Elturk anî ziman ku îşkenceya li hemberî keça wê û hovîtiya li Cizîrê pêk hatî divê jinan bêzar neke û wiha axivî: "Ji ber ku ez dayîka Ekîn Wan im ez serbilind im. Keça min her tim wêrek bû. Teşhîrkirina bedenên jinan şerma dewletê ye. Em ser bilind in."

‘Ekînek dikeve lê hezar Ekîn radibin'

Xwîşka Elturk Gulîstan Keskîn jî îşkenceya li hemberî bedana jinê şermezar kir û wiha got: "Cenazeyê Ekîn ê tazî rûmeta min e lê ya dewletê jî şerm e. Heke bêjin dê bi tazîkirina bedena jinê em biçûk bikin xwe dixapînin. Belavajî vê yekê em serbilind in. Yên vê hovîtiyê dike dixwazin jinan bitirsînin. Lê dê hemû jinan rakin serpiyan." Keskîn bang li hemû jinan kir ku li hemberî hovîtiya dewletê rabin serpiyan û ber xwe bidin û wiha axivî: "Jinek bikeve dê hezar jin rabin. Ekînek bimire dê hezar Ekîn rabin."

‘Yek gotin, berxwedan'

Endama KJA'yê Nezahat Gur jî diyar kir ku zilma li hemberî jinê pêk tê jinan ji têkoşînê nagire û wiha got: "Em ji tiştên li hemberî jinan pêk tên fedî nakin. Pêkanînên hatin kirin li hemû jinên cîhanê hatiye kirin. Bila tu kes bêdeng nemîne."

Rêvebera Rêxistina DBP'ê ya Artemêtanê Gulşah Hakan jî diyar kir ku ew dê berxwedana xwe hêj bêtir mezin bikin û wiha got: "Em serî li hemberî polîtîkayên qirêj natewînin. Em hemû Ekîn Wan in û em hemû jinên li Cizîrê ne."

Jina bi navê Nerîman Urar jî diyar kir ku tu exlaqê şer ê dewlet tirk tuneye û yên li hemberî şerê qirêj ê li ser bedana jinê pêk tînin bêdeng dimînin hevkarên vî sûcî ne û wiha got: "Em xilas nabin." Jina bi navê Bêsê Aydogan jî wiha got: "Gotinekî tenê ya bê gotin heye ew jî berxwedan e."

(ft/sy)