1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Dayikên geverî piştevanên zarokên xwe ne
Dayikên geverî piştevanên zarokên xwe ne,dayikên,geverî,piştevanên,zarokên,xwe,ne

Dayikên geverî piştevanên zarokên xwe ne

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA)- Dayikên geverî diyar kirin ku endamên YPS û YPS-Jin ên ku li pişt barîqatan nobetê digirin zarokên ku li taxên mezin bûne ne û wiha gotin: "YPS'î ji cihên cuda nehatin. Zarokên me ne. Çi dikin jî ji bo ewlehiya me dikin. Ji bo me li ber xwe didin. Ji bo me şer dikin. Ji vê yekê jî çi pêwîst be em ê bêyî fikar pêk bînin."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xebatên xwe rêveberiyê berdewam dike, ji bo endamên YPS û YPS-Jin ên ku li pişt barîqatan nobetê digirin piştgiriya herî mezin jî ji dayikan tê. Dayikên ku li navçeya berxwedan li hemû taxan belav bûye dijîn bi xwarinên ku çêdikin ve piştgiriyê didin endamên YPS û YPS-Jin ên xebatên parastina cewherî pêk tînin. Dayikên ku her roj li maleke tên cem hev xwarinên ku çêdikin digîhinin hêzên parastina cewherî xwarinên ku wekî "xwarinên berxwedanê bi nav dikin bi hevre bi stranên berxwedanê ve çêdikin. Dayikan diyar kirin ku li hemberî êrîşên hêzên dewletê ew ê bi zarokên xwe yên di nava hêzên YPS û YPS-Jin de cih digirin de li ber xwe birin û heta ku berxwedan bi serkeftinê bi encam bibe dê ji qadên xwerêveberiyê veneqetin.

'Bila hemû kes rabin li ser piyan'

Ji dayikan Fatma Duman a 57 salî bang kir û got ku divê li dijî êrîşên hêzên dewletê hemû kes di di refên berxwedanê de cihên xwe bigirin û ev tişt anî ziman: "Em ji bo zarokên xwe dixebitin. Ji bo ku em alîkariyekî bidin zarokên xwe xwarinê çêdikin. Her roj bi dorê çêdikin. Hemû cureyên xwarinê ji bo zarokên xwe çêdikin." Duman bilêv kir divê hemû kes di vî pêvajoyê de tişta ku dikeve li ser milê wah pêk bînin û ji bo hêzên YPS'ê wiha got: "Ew ji bo me şer dikin, em jî ji bo alîkariyê bidin wan çi ji destên me bê em ê bikin. Di vî pêvajoyê de divê tu kes îxanet li gelê xwe neke, çi dikeve li ser milê wah bila bikin. Bila hemû kes li malên xwe li ber xwe bidin heke ne wisa be em ê sibehê çawa li rûyê hev binêrin."

Ji dayikan Keyfî Gordal a 50 salî jî wiha axivî: "Em ji bo zarokên xwe xwarinê çêdikin. Ji bo berxwedana xwe em vî xarinê çêdikin. Ew nahêlin dijmin bikeve taxa me û zarokên me qetil bikin. Em jî ji bo desturê nedin vî yekê çi ji destên me tê em dikin."

'Zarokên li taxa me mezin bûne'

Dayika bi navê Saniye Şedal jî da zanîn ku ciwanên ku tevlî hêzên parastina cewherî bûne zarokên li taxên wan mezin bûne ne, piştî ku wan tax kontrol kirine fikarên wan ên nemaye. Şedal got ku bi saya YPS'iyan dewlet nikare bikeve taxên wan û wiha berdewam kir: "Em vî xwarinê ji bo gelê xwe çêdikin. Ji bo pêşeroja gelê xwe çêdikin. Zarokên me êdî me diparêzin û berê wesayîtên zirxî heta hundirê malên me dihatin û diketin. Lê êdî nikarin bikin. Bi salan e me dîlên dijmin bûn. Lê êdî nikarin zilmê pêk bînin."

'Zarokên ku me diparêzin hene'

Turkan Kaya jî diyar kir ku gelê kurd bi salan e bi zilma dewletê re rû bi rû dimîne û ev tişt anî ziman: "Êdî zarokên me yên ku li dijî vê yekê me biparêzin hene. Heta dawî em ê xwedî li mal û axa xwe derkevin û axa xwe neterikînin. Ji bo ku em zarokên xwe biparêzin çi ji destên me tê em ê bikin. Bila Erdogan êdî dev ji zilma ku li dijî gelê kurd dike bi dawî bike."

'heke êrîş çêbibin em ê heta dawî li ber xwe bidin'

Ayfer Kisetoglan a ku îfadeyên "Ji bo zarokên me nemirin me barîqat danî û em xwe diporêzin" bi kar anî destnîşan kir ku hêzên YPS'ê zarokên wan e û wiha berdewam kir: "YPS'ê ji cihên cura nehatine. Zarokên me ne. Çi dikin jî ji bo ewlehiya me dikin. Ji bo me li ber xwe didin. Ji bo me şer dikin. Ji bo wan çi pêwîst be em ê bikin. Her derê kurdistanê kirin qada şer. Bila xwedê vê yekê li cem wan nehêle. Êdî em naxwazin zarokên me bimirin. Lê heke êrîşî me bikin em ê heta dawî xwe biparêzin."

(sa)