1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên Qendîlê tecrîd şermezar kirin
Dayikên Qendîlê tecrîd şermezar kirin,dayikên,qendîlê,tecrîd,şermezar,kirin

Dayikên Qendîlê tecrîd şermezar kirin

Dayikên Aştiyê yên gundên Qendilê tecrîd şermezar kirin

A+ A-

Dayikên Aştiyê yên li gundê Qendilê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxûyaniyeke şermezar kirin. Di daxûyaniyê de hate diyarkirin ku aştiyeke bi rûmet bi azadiya Ocalan re mimkune.

Nerazîbûnên li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Dayikên Aştiyê yên li gundê Qendilê bi armanca şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê pêk tê daxûyaniyek da çapemeniyê. Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Zêdehî saleke li ser Rêberê me tecrîd berdewam dike. Hikûmeta AKP'ê û dewlet operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî didomîn e. 14 sal bi ser komployê re derbas bûn. Hêzên komploger bi vê komployê xwestin bi radestîkirina Rêber Apo planên xwe yên qirêj pêk bînin. Lê bele rêbertiyê bi berxwedaneke mezin ev plan vala derxistin. Bi berxwedaniya li Îmraliyê hemû planên qirêj pûç bûn. Di sala 2012’an de jî ev berxwadan didome."

Dayikên Aştiyê, ji bo aştiyeke bi rûmet pêk bê xwestin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest bê berdan.

(dz/bd)