Dayîkên mertalên zindî hefteyek e li Sûrê li ber xwe didin
AMED (DÎHA) - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Amedê, ji bo piştgiriya dayîkên ku ev hefteyek e li Sûrê li hemberî êrîşên polîsan bûne mertalên zindî, daxuyaniya çapemeniyê dan.
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Amedê, li ser qedexe, êrîş û dorpêçkirina li Sûrê ku ev 5 roj in berdewam dike daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya dayîkên ku ev hefteyek e li Sûrê çalakiya mertalên zindî dikin, diyar kirin. Gelek dayîk tevlî daxuyaniya li avahiya Dayîkên Aştiyê pêk hatî bûn. Li ser navê dayîkan Havva Kiran got ku bi van qetlîaman dixwazin dengê gel qut bikin û wiha axivî: "Serokomar ji bû desthilatdariya xwe, ji bo qesra xwe zarokên xelkê ji xwe re dike qurban. Niha li Sûrê gelek hevalên me yên dayîk û gel heye ku li hember vê yekê li ber xwe didin."
Hin dayîk tevî nexweş in jî çalakî berdewam dikin
Dayîka Kiran destnîşan kir ku, berxwedana dayîkan ev hefteyek e li Sûrê berdewam dike û da zanîn ku tevî ku hin dayîk nexweş in jî, dev ji çalakiyê bernadin û li ber xwe didin. Kiran herî dawî diyar kir ku ew êdî dixwazin destê zarokên xwe bigirin û wiha got: "Em banga mirovahiyê dikin. Em vî şerî bidin rawestandin. Ne cenazeyên zarokan, em wan zindî hembêz bikin." Kiran, ji bo çareseriyê jî bang li dewletê kir ku bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re dest bi hevdîtinê bike.
(az-dt/no/sy)
