1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Deftera Elîxan Loran derket!
Deftera Elîxan Loran derket!,deftera,elîxan,loran,derket

Deftera Elîxan Loran derket!

Defter, yekem pirtûka helbestan a helbestkar û edîtor Elîxan Loran, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin!

A+ A-

Defter, yekem pirtûka helbestan a helbestkar û edîtor Elîxan Loran, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin! Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e û heta niha devîdevî 200 pirtûkên bi Kurdî weşandine, bi yekem pirtûka helbestan a Elîxan Loran a bi navê Defter ve hêz da weşandina berhemên bernameya xwe ya têrtijî ya bihara sala 2012’an. Helbestkar û edîtor Elîxan Loran (j. 1984, Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn), ê ku heta niha helbestên xwe bi tenê carinan di kovarine bi Kurdî yên wêjeyê de belav dikir û bêtir jî bo demekê li Amedê wekî edîtorê Kovara W’yê xebitî, bi pirtûka xwe ya helbestan a pêşîn, Defterê ve, bi helbestên xwe yên çaverêkirî ve, gihişte xwendevanên helbesta Kurdî. Deftera Elîxan Loran, a ku bi navên Def û ter li ser du beşan dabeş dibe û her wekî Îşev Peyv e, Peyveron e, Evdozinar, Jihevketinên Baro, Hey teacher! Leave writing alone! û Defter, 28 helbestan bi xwe ve digire, bi hemû şêwe û şêwaza xwe ve, dûmahîka Nifşê Rewşenê yê salên 90’î ye, yê ku di van bîst salên dawî de, li Bakur, çi werger çi jî telîf, rê li ber wêjeya Kurdî ya nûjen xweş kir û bû kulîna gelek nivîskarên Kurd ên ku îro hê jî bi afirandina berhemên xwe berdewam in û gelekên wan êdî ji niha ve ji xwe re di nava dîroka Kurdan û Kurdistanê de cî peyda kirine. Deftera Elîxan Loran, hem bi Kurdiya xwe ya xwedî hêz û şiyan ve, ku dide per û baskên xwe û li esmanê zimên bilind difire, lê çu carî nizm nakeve, hem jî bi şêwaza xwe ya poetîk ve, ku bi her awayî bê dudilî û kurt û xwerû bi Kurmancî ranêzîkî mijarên xwe dibe, çavkaniyên xwe yên herêmî û gerdûnî yên ku “helbesta helbest” jê dizê baş nas dike. Her wiha wekî helbestkarekî xort û nûhatî, Elîxan Loran reh û serekaniyên zimanê Kurdî pirr baş nas dike û hemû derfetên zimên ên helbestî di helbestên xwe de li ser asteke pirr bilind bi kar tîne. Gava ku mirov bala xwe dide Elîxan Loranê ku di serê helbesteke xwe de dibêje, “Werîsê min warîsê min e…”, bi dest xwe re ji mirov ve xuya dibe ku Elîxan Loran “sêhrbazekî Kurmancî yê xort” e. Li gel vê yekê, Elîxan Loran di gelek helbestên xwe de silavê dide helbestkarine Kurd û cîhanê û bi vê yeka xwe ve jî, bi sercema Deftera xwe ve dibe xelekeke wêjeyî û li zincîreya dîwanên bi Kurdî zêde dibe. Deftera Elîxan Loran serê giliyên xwe yên bi hûrgilî wiha vedike û pê de diçe:

Xerabo

Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên - Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim – Ligel ku cînavk jî hene Dişêm biêşim ku li şûna navan mexel nayên

Kela sewtê bi te nakeve, Xerabo! Strana te daxwaza pireke hilweşandî ye Mayîna aviya kulîlkê bû, tu helikiyî pê re Tu yê mezin bibî bi siya xwe ya kitim re

Hilî! –dormo dormo û bi fermanî- Ji ber berga temenê xwe Ba dê bihata hê Beriya ewrên avî Li pêşberî galegalên Li av û royê çûyî

Dil Qabîlê dil e!

Defter. “Vira dengê Elîxan e!” Ji Weşanxaneya Lîsê. Yekem pirtûka Elîxan Loran a helbestan, ku dê ji vir û wiha gelek kes behsê jê bikin.

Defter Elîxan Loran Helbest, 64 rûpel Adar 2012 Weşanxaneya Lîs, Amed


Bêjeyên Miftehî