1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dehhezaran ew verê kir!
Dehhezaran ew verê kir!,dehhezaran,ew,verê,kir

Dehhezaran ew verê kir!

A+ A-

Cenazeyê Endamê HPG'ê Kenan Topdemîr ê ku li Pazarcixê jiyana xwe ji dest da li Amedê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin.

Li ber Mizgefta Şefîk Efedî serê sibê bi hezaran kes ji ku cenazeyê Endamê HPG'ê Kenan Topdemîr (Cemal Amed) ê ku di 21'ê nîsanê li çoltarê navçeya Pazarcixê ya Gurgumê bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da defirn bikin hatin cem hev. Di vê demê de polîsên sivîl ên dimen dikşandin rastî bertek ciwana hat û bi keviran êrêş li polîsan kirin. Piştî nimêja cenaze Cenazeyê Topdemîr ber bi goristanê ve bi rê ket. Bi hezaran kes jî bi alên PKK'ê û KCK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û posterên endamên HPG'ê meşiya. Bi malbata Topdemîr re namzetên serbixe yên Amedê Emîne Ayna, Leyla Zana û Nursel Aydogan û rêveberên BDP'ê yên Amedê jî tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên "Şehît namirin", "Tolhildan", "Qatîl Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Bi meşê Cenazeyê Topdemîr anîn Goristan Yenîkoyê û bi sruda "Ey Reqîp" hate definkirin. Serokê MEYA-DER'ê Huseyîn Kugu, axaftinek kir ser saxî li malbat û gelê kurd da. Piştî merasima cenaze bi hezaran ber bi Mala Şînê ya Dîcleliyan ve dest bi meşê kirin.

DÎHA (ft/lg)


Bêjeyên Miftehî