1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Deklarasyona KCD'ê berdewama Mutabakata Dolmabahçeyê ye'
'Deklarasyona KCD'ê berdewama Mutabakata Dolmabahçeyê ye',deklarasyona,kcd,ê,berdewama,mutabakata,dolmabahçeyê,ye

'Deklarasyona KCD'ê berdewama Mutabakata Dolmabahçeyê ye'

A+ A-

WAN (DÎHA) - Hiqûqnasan, piştgirî dan deklarasyona KCD'ê ya ji 14 xalan pêk tê. Endamê MHD'ê Prz. Cemal Demir, diyar kir ku ev deklerasyon ji bo Tirkiyê şansek mezin e û daraz dê bi vê deklerasyonê bibe herêmî. Serokê Baroya Wanê Murat Timur jî anî ziman ku Deklarasyona KCD'ê berdewama Mutabakata Dolmabahçeyê ye

Kongreya Civaka Demokratîk piştî civîna awarte ya Lijneya Giştî deklerasyona ku 14 xalan pêk tê aşkere kir. KCD'ê di deklerasyonê de pêşniyar kir ku Herêmên Xweser ên Demokratîk û Meclîsên Herêmî bên avakirin. Hiqûqnasan piştgirî dan deklerasyonê û diyar kirin ku ev deklerasyon ji bo pêşeroja Tirkiyê şensek mezin e. Endamê Rêveberiya Navendî ya Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) Prz. Cemal Demir, diyar kir ku ev deklarasyon erênî ye û daxwaza kurdan a hiqûqî jî diparêze. Demir, anî ziman ku di nava 14 xalên deklerasyonê de xala "Pergala Darazê û xizmeta edaletê" girîng e û wiha got: "Ger ku meclîsa herêmê bê avakirin û pergala darazê ya herêmî pêş bikeve wê edalet û daraz li gorî rewşa herêmê bê avakirin û ev ji bo daraz û edaletê pêşketinek mezin e. Ger ku daraz bibe herêmî wê demê dê darizandinek bi lez û adîl pêş bikeve. Dê bi vê deklerasyonê êdî daraz bigêje heqê xwe."

Ji bo Tirkiye şensek e

Demîr, destnîşan kir ku ev deklerasyon ji bo Tirkiye şensek e û wiha axivî: "Xweseriya Demokratîk di heman demê de daxwaza statuyê ye. Divê ji ber vê yekê dozê veneke. Lê dibe ku hikûmet li dijî vê deklerasyonê bêhiqûqî jî pêş bixe."

'Ev deklarasyon ji niqaşê re vekirî ye'

Serokê Baroya Wanê Prz. Murat Timur jî anî ziman ku ji avakirina Komarê heta niha her dem xwestine pirsgirêka kurdan bi riya tundî, înkar û îmhayê çareser bikin û wiha got: "Lê gelê kurd her dem dixwazin pirsgirêkê bi riya siyasî û diyalogê çareser bikin. Ev deklarasyon berdewama vê daxwaza kurdan a siyasetê ye. Ji destpêkê heta niha hêzên îxtîdar rast nêzî kurdan nebûn. Daxwazên hiqûqî û sîyasî yên gelê kurd, daxwazên siyaseta demokratîk e. Lê her dem rêya diyalogê ji vê yekê re hatiye girtin. Armanca siyasetê nirxandina van daxwazan û encamgirtin e."

Timur, destnîşan kir ku îxtîdara siyasî bi hesabên siyasî nêzî daxwazên kurdan dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiye şertê Xweseriya herêmî ya Yekîtiya Ewropa îmze kiriye. Bingeha zagonî ya deklarasyonê dê bi Qanûna Esasî pêş bikeve. Deklarasyona KCD'ê berdewama Mutabakata Dolmabahçeyê ye. Dibe ku bi vê deklarasyonê pêvajo baştir bibe."

(mae)