1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Deklerasyona KCD'ê halê şênber ê Peymana Medinê ye'
'Deklerasyona KCD'ê halê şênber ê Peymana Medinê ye',deklerasyona,kcd,ê,halê,şênber,ê,peymana,medinê,ye

'Deklerasyona KCD'ê halê şênber ê Peymana Medinê ye'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Endama Şûreya DÎK'ê Suheyla Înal, diyar kir ku deklarasyona KCD'ê halê şênber yê Peymana Medinê ye û wiha got: "Ev deklerasyon dikare ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Naverast re bibe perspektif. Serokê DÎAY-DER'ê ya Stenbolê Ekrem Baran jî anî ziman ku modela rêveberiya cewherî ya deklarasyonê hemû baweriyan hembêz dike.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 26-27'ê Kanûnê de li Amedê Civîna Lijneya Giştî ya Awarte pêk anî û deklerasyona çareseriya siyasî ya der barê rêveberiyên cewherî de îlan kir. Hefteya borî jî Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) konferans pêk anîbû. Endamên Şûreya DÎK'ê û Endamên Komeleya Oldaran (DÎAY-DER) piştgirî dan deklerasyona KCD'ê. Serokê DÎAY-DER'ê ya Stenbolê Ekrem Baran, anî ziman ku modela rêveberiya cewherî ya deklarasyonê hemû baweriyan hembêz dike. Baran anî ziman ku di îslamiyetê de jî cihê rêveberiya cewherî heye û wiha got: "Di serdema Hz. Muhammed de jî pir bawerî hebûn. Hz. Muhammed ji gelê Medinê re got 'Werin olê heq hilbijêrin' Gelan jî got ger xweserk be û heqê me yê ku em xwe bi rêve bibin hebe wê demê em dê Îslamê qebûl bikin' Ev jî nîşan dide ku di olê îslamê de jî feraseta rêveberiya cewherî heye."

'Bila ometa Îslamê li hemberî şerê li Kurdistanê bêdeng nemîne'

Baran, da zanîn ku di sureya Maidê de gotina "Ger me xwestiba me dê hûn yek reng, yek ziman, yek bawerî û yek nasname bi xuliqanda" heye û deklarasyona KCD'ê û rêveberiya cewherî ya Îslame dişibin hev. Baran, anî ziman ku dewlet li Kurdistanê şer sor dike û di sûretê Kur-an-î Kerim ê Hucuratê de dibêje "Em we dawetî aştiyê dikin. Me hûn ji jin û mêrekî zêde kir. Me hûn cuda cuda xuliqandin. Hurmenê nîşanî hev bidin." Baran, xwest ometa Îslamê li hemberî vî şerê li Kurdistanê bêdeng nemîne.

'Hemû olan hembêz dike'

Baran, destnîşan kir ku xala rêveberiya cewherî ya encamnameya KCD'ê hemû olan hembêz dike û projeya rêveberiya cewherî projeyek rast e. Endama Şûreya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Suheyla Înal jî diyar kir ku deklarasyona KCD'ê halê şênber yê Peymana Medinê ye û wiha got: "Ev deklerasyon dikare ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibe bersîv. Înal da zanîn ku dema li gorî olê îslamê lê binerin jî dibe bersîva hemû olên herêmê. Înal, anî ziman ku banga KCD'ê dişibe peymana Medinê û dixwaze hemû bawerî bi hevre û di nava aştiyê de bijîn."

Endamê Şûreya DÎK'ê Şukru Aslan jî anî ziman ku netew û baweriyek li ku dibe bila bile xwedî mafe ku xwe bi xwe birêve bibe û zilma li gelê Kurd tê kirin di tu olan de tune ye. Aslan, da zanîn ku ew piştgiriye didin rêveberiyên cewherî."

(mae)