1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Delîlên înfaza Darayê derketin holê
Delîlên înfaza Darayê derketin holê,delîlên,înfaza,darayê,derketin,holê

Delîlên înfaza Darayê derketin holê

"Her 13 kes jî ji aliyê hêzên dewletê ve birîndar hatin girtin û piştre jî hatin înfazkirin."

A+ A-

COLEMERG (DÎHA) – Şahidê bûyera 13 kesên ku li gundê Dara yê Geverê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin R.D got: "Her 13 kes jî ji aliyê hêzên dewletê ve birîndar hatin girtin û piştre jî hatin înfazkirin." Di wêneyên ku li cîhê buyerê ji aliyê R.D ve hatin kişandin de jî piştrast dibe ku birîndar ji serê xwe gule xwarine û hatine înfazkirin.

Şahidên bûyera 13 kesên ku li bejahiya gundê Dara yê Gevera Colemergê hatin înfazkirin bûyerê vegotin. Şahidê buyerê yê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku roja bûyerê derketina wan a derve ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye astengkirin û şeva 10'ê nîsanê de li bejahiya gundê wan ji aliyê hêzên dewletê ve bombebaraneke zêde hatiye kirin û wiha got: "Piştî ku maşîneyên zirxî der û dora gundê me xistin dorpêça xwe, der û dora gund ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin. Bombebaran saetên şevê dest pê kir û heta sibehê berdewam kir. Me dengê qarîna mirovan dibihîst. Birîndar hebûn û her çiqas gundiyan xwest xwe bigihînin birîndaran jî ji ber bombebarana zêde gundî nikarêbûn ji malên xwe derkevin."

Înfazkirina birîndaran piştrast kir

Şahidê bi navê R.D jî got ku wî roja 11'ê nîsanê saet di dora 09.00'an de birîndarekî bi çavên xwe dîtiye û înfaza kesê birîndar bi van gotinan anî ziman: "Tîmên taybet ên ku ser û çavên wan rûpoş kirîbûn, kesekî birîndar girtin û wî heta ber maşîneyên zirxî birin. Tîmên Taybet kesê birîndar li ber maşîneyên zirxî dan runiştandin û pişt re di navbera xwe de axivîn. Timên Taybet piştî ku axaftina xwe bi dawî kirin 4 gule li kesê birîndar reşandin û wî lê wuderê înfaz kirin. Ez wate nadim vê hovîtiya wan ji xwe wî sax girtîbûn. Piştî dengên çekan ambûlans nehatin cihê bûyerê û wî xistin kîsekî ji cihê bûyerê birin."

'Li şûna sax girtin înfaz kirin'

R.D da zanîn ku wan dem deman dengên çekan bihîstiye û wiha pê de çû: "Tîmên taybet ên ku gerandina xwe ya nav zevîyan berdewam kirin birîndarên ku ferq dikirin di cih de înfaz dikirin. Li şûna ku birîndaran sax bigirin înfaz dikirin. Piştî ku kesên birîndar hatin înfazkirin cenazeyên wan demeke dirêj li erdê man. Tîmên taybet li ser cenazeyan tiştekî dikirin. lê ji ber ku cenaze ji me dûrbûn nedihat xuyakirin ku çidikririn. Herî dawî tîmên taybet cenazeyan xistin kîsan û heta ber maşîneyên zirxî di kîsan de bi erdê re kişandin.

Îspatên înfazê li cihê bûyerê man

R.D ragihand ku ew piştî rabûna dorpêça leşker û tîmên taybet a li ser gund çiye cihê bûyerê û li nav zeviyan rastî şopên xwînê hatiye. Di wêneyên ku R.D li cihê buyerê kişandiye de dîtina pêlav, cil û berg û kincên bînê yên bi xwîn îdia ya hin cenazeyên hatine teşhîrkirin jî piştrast dike.

Dîsa tûnebûna şûna guleyan a li ser kincên hatine dîtin de jî îşaret dike ku guleyan berî serê birîndaran dane û wan bi vî rengî înfaz kirine. Dîsa li cihê bûyerê kovanên vala û guleyê topan ên neteqandî hatin dîtîn.

(ke)