1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dema ku hûn dengê xwe bikartînin baldar bin!
Dema ku hûn dengê xwe bikartînin baldar bin!,dema,ku,hûn,dengê,xwe,bikartînin,baldar,bin

Dema ku hûn dengê xwe bikartînin baldar bin!

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - 50 mîlyon û 189 hezar û 930 kes dê sibê li 199 hezar û 207 sindoqan ji bo wekîliyê dengan bikarbînin. Eger di pusûlaya dengan de ji bilî mihûrê şopa tişekî din hebe dê deng bê şewitandin. Divê xêz jî li ser pûsûlayê tune be.

Li Tirkiyeyê 50 mîlyon û 189 hezar û 930 kes dê sibê li ser 199 hezar û 207 sindoqan ji bo wekîliya Tirkiyeyê dengan bikarbînin. Divê hilbijêrên sibê diçin ser sindoqan li hemberî lîstik, dek û dolaban baldar bibin.

Ji bo ku pusûlaya dengan baldar bin!

Divê dengên tên bikaranîn vala neçin hilbijêrê li hemberî pusûlaya dengan baldar be û berê xwe bidinê ku tu şop li ser tune be. Li ser pusûlaya dengan şopekî herî biçûk heber jî deng dê bê şewitîn.

Pusûlayê nîşanî serokê sindoqê bidin

Li gorî giştînamya YSK'ê ya hejmara 135'an, serokê lijneya sindoqê divê zerfa deng û pusûlaya dengan a paqij û pişta wê mihûrkirî nîşanî endamên lijneyê, çavdêr û hilbijêr bide. Hilbijêr jî ji bîlî mihûra "erê" divê tu îşaretên din li der pusûlaya dengan neke û bi awayekî baldar qat bike û danî zerfê de, ji bilî vê yekê tiştekî din li ser pusûlayê pêk bê dê deng bi şewite.

Nasnameya xwe ya nûmaraya 'TC No' li ser heyî bi xwe re bibin

Nasnameya xwe ya li ser nimreya TC heyî bidin peywirdarê sindoqê. Pusûlaya dengan a hûn ji peywirdarê sindoqê digirin berê xwe bidinê tû şop li ser tunebe.

Piştî re mihûra "erê" li cihê hûn dixwazin dengê xwe bidinê lê bixin. Ji bilî vê yekê tû îşaretên din li ser pusûlayê pêk nînin. Ji bo ku hibura mohrê belav nebe pusûlayê belevajî mohrê qat bikin. Yanî divê cihê hate mohrkirin li derve bimîne. Piştî re pusûlayê têxin zerfê û bavêjin sindoqê. Herî dawî îmzeya xwe ji bîr nekin.

(ft/mae)