1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Dema mijar dibe gelê kurd dewlet dibin yek'
'Dema mijar dibe gelê kurd dewlet dibin yek',dema,mijar,dibe,gelê,kurd,dewlet,dibin,yek

'Dema mijar dibe gelê kurd dewlet dibin yek'

A+ A-

Li bajarê Hewlêrê li dijî topbarana dewleta Îranê yên li ser sinorê Kurdistan û dagirkirina axa Kurdistanê Sekerterê Gişti yê Bizotnaweyi Demokratîk Xwazani Kurdistan Şukurlah Mehmet Emin nerazibûnên xwe nişa da.

Li bajarê Hewlêrê li dijî topbaranên Îranê yên li ser axa Herêma Federal a Kurdistan, Sekreterê Gişti yê Bizotnaweyi Demokratî Xwazani Kurdistan Şukurlah Mehmet Emin nerazibûnên xwe nişa da. Mehmet Emîn, diyar kir ku Îran gelek caran bi hevkariya dewletên din yên dagirkerên Kurdistanê hevkarî kiriye û li ser sinorên Kurdistanê êriş pêk anine û wiha: "Ev dewletên dagirker li gel hev çi pisgirêkên wan hebin, bila hebin dema kû mijar dibe Kurd hemû dibin yek. Ji bo xilaskirin gelê kurd hemû yekin û dostê hevin. Ji bona sinoran derbasbikin û xaka Kurdistanê dagirbikin mizakereyan dinava hev de imza dikin. Mirov dikare bêje ji bo pisgirêka kurdan neyê careserkirin û tûne bikin hemû dewlet yekin û dinava hevde hevparin.”

Çima dewletên cihanê nerazibunên xwe nişan na de

Mehmet Emin, anî ziman ku çend salin dewleta Îranê, li ber cavên tevayi cihanê û Hikûmeta Herêmê van topbaran dike û wiha axivî: "Heya niha tu dewletên cihanê ne gotine dewletan Îranê van topbaran bisekine. Di van topbaran de weke em hemû dibînin ku welatiyen sivîl tên kuştin û ji gund û warên xwe koçdikin. Pirsa ku bersiva wê heya niha ne hatiye dayîn. Gelo cima her sal di dema havinê de, di wê dema ku xelk dicin ser baxce û pezên xwe dibin çêra zozanan dewleta Îranê topbaran dike? Divê rewşê de mirov dizane ku ev topbaran û êriş ne tenê li ser PKK’ê û PJAK’ê ye, li ser hemû axa Kurdistanê ye."

Mehmet Emîn, bilêv kir ku heta niha ne Hikmeta Herêmê û ne ji saziyên sivîl bertekên xwe nîşan nedane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bertekên hene jî pir kêm e. Ger ku pertek tune bin jî ev êrîş bi dawî nabin. Divê gelê kurd li hemberî van êrîşan tifaqa xwe xurt bike û Îran jî dawî li operasyonan bîne û ji sînor hêzên xwe ba paşve bikşîne." DÎHA (po/mae)