1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. “Dema Yezdan Dibişirî”
“Dema Yezdan Dibişirî”,dema,yezdan,dibişirî

“Dema Yezdan Dibişirî”

A+ A-

Weşanxaneya Ronahî di pêngava “heya Newrozê her hefte berhemek” de berhemeke nû pêşkeşî xwendevanên xwe kir vê hefteyê. Ev roman ya wênesaz û çîroknûsê hêja Fewzî Bîlge ye. Romana bi navê “Dema Yezdan Dibişirî” li ser dîroka Merwaniyan hatiye nivîsîn. Roman ji Bazê kurê Dostik destpê dike heya Nîzamû Dewle û têkçûna Merwaniyan tê. Roman ji aliyê Fewzî Bîlge ve bi pisporî hatiye hûnandin û dema xwendekar dikeve nava romanê di heman demê de xwe li Farqînê di dema Merwaniyan de dibîne. Fewzî Bîlge bi hostetiya wêjekariya xwe di vê romanê de gav coşê dide meriv û meriv dixe nava hestên serdestiyê, gav kesereke kûr li dilê meriv vedide û meriv li bin guhê kendalên bindestiyê dixe. Divê di mala her kurdê ku dixwaze xwedîwelatbûnê biçêjîne de ev roman hebe. Lewre di vê romanê de di heman demê de meriv dikare serpêhatiya kurdan ya hezarsalî jî nas bike.


Bêjeyên Miftehî