1. Hemû Nûçe

  2. Nivîs

  3. Demibaş: Ermenî jî kulîlkek vî bexçeyî ne
Demibaş: Ermenî jî kulîlkek vî bexçeyî ne,demibaş,ermenî,jî,kulîlkek,vî,bexçeyî,ne

Demibaş: Ermenî jî kulîlkek vî bexçeyî ne

A+ A-

Heyeteke hevbeş ya rojnamevan û akademisyenên Tirkiyeyê û Ermenistanê ku ji nêzî 20 rojnamevanan pêk dihat hatin serdana Şaredariya Sur ya Amedê.

Di hevdîtinê de şaredar Abdullah Demirbaş piştî bixêrhatina mêvanan kêfxweşiya xwe bi serdana wan anî û ziman û da xuyakirin ku bajarê diyarbekir ê dîrokî cihê biratiya gelane. Di vî bajarî de ermenî, suryanî û ereb jî li kêleka gelê kurd bi hevre wekî bira jiyane.  Baydemir ji mêvanên xwe re wiha ev yek anî ziman: Çiqasî k udi demekê de sîstemê polîtîkayên nebaş xistibe dewrê lê di eslê xwe de ev bajar wekî bexçeyekî gulan bû.

Her gelek, her olek, her zimaneke cuda wekî kulîlkên rengîn ên vî bexçeyî bûn. Her gulek ji wan xwedî xweşikbûneke taybet û bîneke taybetin, dema ku kulîlşkeke bi tenê jî ji vî bexçeytî kêm be ew rengîniyeke xwe winda dike. Gelê ermenî jî kulîlkeke vî bexçeyê rengînin.   Ev koma ku ji rojnamevan û akadimisyenan pêk dihat di çarçoveya Projeya ji bo pêşdebirina diyaloga di navbera Ermeninstan û Tirekiyeyê de hatibû serdana Diyarbekir û serdana şaredarê sûrê Abdullah Demirbaş jî kiribûn.

Demibaş ji rojnamevanên ermenî re behsa hin projeyên şaredariya xwe kir û bi taybetî jî li ser projeya kolana çandan rawestiya ku tê de tê plankirin kolaneke kut ê de Camî, Kilîse, sînagok û mala êzîdiyan û ya cihûyan heye bê restorekirin ji bo serdana geştvanên bajêr bibe cihekî din ê balkêş di vî bajarê wekî muzeya vekirî dike. Her wiha Demirbaş anî ziman ku wan di xebatên xwe yên pir zimanî de gelê ermenî û zimanî wî jî jibîr nekirine û gelek broşûrên danasîna Diyarbekir bi zimanên cuda çap kirine û din av wan de bi zimanê ermenî jî hatiye amadekirin. Her wiha behsa hin çîrokên ku bi zimanê ermenî û suryanî hatine çapkirin.

Di dawiya hevdîtinê de Demirbaş hin diyariyên ku dîroka Diyarbekir temsîl dikin û hin kovar û broşûrên ku bi zimanê ermenî û suryanî û kurdî hatibûn amade kirin diyarî heyeta ermenî kir.