1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Berpirsê kuştinan Erdogan e
Demîrtaş: Berpirsê kuştinan Erdogan e,demîrtaş,berpirsê,kuştinan,erdogan,e

Demîrtaş: Berpirsê kuştinan Erdogan e

A+ A-

22 Cotmeh 2011 WAN - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di 2'wemîn Kongreya Rêxistina BDP'ê ya Wanê de axivî û diyar kir ku berpirsiyarê mirinan Serokwezîr Erdogan ê ku BDP hedef nîşan dide.

Rêxistina BDP'ê ya Wanê li Salona Sporê ya Wanê 2'yemîn Kongereya xwe ya asayî li dar xist. Li salona kongreyê de gelek alên BDP'ê hatin daliqandin û pankartên "Şehîdê me yê mertalên zindî Yildirim Ayhan", "Em xweseriya demokratîk û komara demokratîk silav dikin", "Em 2'wemîn kongreya xwe bi rihê pêvajoya 4'emîn silav dikim" û "Kesên berxwedidin têknaçin serkeftin ji bo me ye" hatin daliqandin. Di salonê de posterên Şerzan Kurt, Halîl Îbrahîm Oruç û Aydin Erdem hatin daliqandin.

Di ketina salona kongreyê de ji ber lêgerîna polîsan rageşî rû da. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, diyar kir ku ev pêkanîn tenê li dijî jinan pêk tê. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên BDP'ê yên Wanê Ozdal Uçer û Nazmî Gur, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Cuneyt Canîş, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, şaredarên BDP'î, Serokê Rêxistina CHP'ê yê Wanê Cemal Şen û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî kongreyê bûn.

'GELÊ KURD JI SERDEMA KOMARÊ HETA ÎRO TÊDIKOŞE'

Şaredar Kaya ku ji bo dîwanê hate hilbijartin diyar kir ku gelê kurd ji serdema komarê li ser piya ye û hêj têkoşîna xwe berdewam dike. Kaya, da zanin ku di serdema komarê de di nava hemû bîrdoziyên fermî de cih girtin, lê dîsa nasname û vîna gelê kurd nehat qebûlkirin. Kaya, bi lêv kir ku gelê kurd bi rêya têkoşînê heta îro hatine û wiha got: "Li Wanê di nava çend rojên dawî de 4 cenazeyên endamên HPGê hatin Wanê. Divê di vê pêvajoyê de li dijî kesên şer dixwazin têkoşîna aştiyê bê dayîn. Em li hemberî hemû mirinan in. Li Tirkiyeyê medya ji saziyen sivîl pêk tê. Lê radibe ji bo hin kuştinan dengê xwe bilind dike û ji bo hin kuştinan jî dengê xwe nake. Divê çapemenî hemû rastiyê bibîne û pêşkêşî civakê bike. Kesên şer dixwazin Yildirim Ayhan qetil kirin. Rayedarên dewletê nehatin şîna Yildirim Ayhan jî. Daxwaza me rawestantina kuştinan e. Ji bo kuştin rawestin têkoşina me dê berdewam bike."

'JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK KAR DIKEVE SER MILÊ ME HEMÛYAN'

Piştî xwendina raporên malîyê û xebamtê Hevserokê BDP'ê yê Bajar Cuneyt Caniş diyar kir ku gelê kurd di têkoşîna bi rûmet û azadiyê de bedelên mezin dane û dê li van bedelên xwe xwedî dereve. Caniş, anî ziman ku ew deyndanên malbatên ku bedel dane û kesên ji ber siyasetê di girtîgehê dene û wiha got: "Li gel operasyon û şerê dijwar disa tevlêbûnek mezin heye. Ji ber vê tevlêbûnê ez ji bo her kesî spasiyê xwe rave dikim. Em hemû ji bo xweseriya demokratîk û komara demokratîk bi ruh bikin heta dawî em dê têbikoşin. Ji bo vê yekê peyvir dikeve ser milê me hemûyan."

'JI BO EM SIYASETA QIRÊJ QEBÛL NAKIN ÊRÎŞÎ ME DIKIN'

Pişt re Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî axivî û diyar kir ku ji ber ew di siyaseta demokratîk û paqij de israr dikin li dijî wan êrîş zêde ne. Demirtaş, anî ziman ku ew dê bi siyasetê têkoşîna xwe berdewam bikin û bi siyasetê li çareseriyê bigerin. Demirtaş, da zanîn ku ji ber ew di nava hewldanên siyaseta demokratîk û aştiyê dene li dijî wan êrîş zêde ne û wiha got: "Sebr û hewldana herî mezin a ji bo çareseriyê gelê kurd dide. Mixabin li Tirkiyeyê siyasetek dirû tê meşandin. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê meşandina siyasete zahmet e. Em vê siyaseta qirêj û durû red dikin û li dijî vê siyasetê têdikoşin.

'BERPİRSİYARÊ HEMÛ MIRINAN SEROKWEZÎR ERDOGAN E'

Demîrtaş, da zanîn ku berpirsiyarê hemû kuştin, pevçûn û aloziyan Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan e û wiha berdewam kir: "Di serî de tezkereya şer derxistin. Ev yek jîe bû sedema kuştin û rijandina xwînê. Me li dijî vê yekê konê aştî û çareseriyê vekir. Em her tim ji bo aştiyê têkoşiyan. Lê hikûmeta AKP'ê her tim şer xwest û hêj di şer de israrê dike. "

Demîrtaş, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê li ser zarokên malbatên xizan siyasetê dike û niha jî medya ji xwe re dike amûr û li dijî malbatan bikar tîne. Demîrtaş, da zanîn ku Erdogan hemû saziyên dewletê xistine bir fermana xwe û ji bo berjewendiyên xwe araste dike.

Piştî axaftinê koma NÇM'ê ya Wanê Koma Çarçella konser da. Piştî muzîkê bi yek lîsteyê hilblijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Cuneyt Canîş hate hilbijartin. Ji bo rêveberiyê jî Mihriban Şah, Îlknur Dogan, Fîlîz Yaşar, Cemal Demir, Kamuran Turgut, Îsa Şen, Lokman Şahîn, A.Rahim Yaşar, A. Kadîr Polat, Halîs Çakır, Yakup Demîr, Çetin Uyar, Tahîr Ertaş, Alî Surme hatin hilbijartin.

ANF NEWS AGENCY