1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Bêrûmetiyê li ser gelê Kurd ferz dikin
Demîrtaş: Bêrûmetiyê li ser gelê Kurd ferz dikin,demîrtaş,bêrûmetiyê,li,ser,gelê,kurd,ferz,dikin

Demîrtaş: Bêrûmetiyê li ser gelê Kurd ferz dikin

Demîrtaş got, "Em mîna masiyên sor ên di nava okyanûsê de li dijî ahtepoteke mezin têdikoşin e. Qelsiyên vî ahtepotî heye. Mîna 7'ê Hezîranê em dikarin vî ahtepotî bitevizînin, em dikarin milên wî bişikînin."

A+ A-

STENBOL - ANF Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di konferansa partiya xwe ya li Stenbolê de axivî. Demîrtaş got, "Em mîna masiyên sor ên di nava okyanûsê de li dijî ahtepoteke mezin têdikoşin e. Qelsiyên vî ahtepotî heye. Mîna 7'ê Hezîranê em dikarin vî ahtepotî bitevizînin, em dikarin milên wî bişikînin."

Konferansa HDP'ê ya bajarê Stenbolê, bi beşdariya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, Endama heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û gelek endamên partiyê, li Salona Dawetê ya Fîgaro ya li Çaglayanê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û axaftina vekirin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê wergirt.

Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qewimînên li Rojhilata Navîn û da zanîn ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya emperyal a parvekirinê tê jiyîn.

Demîrtaş got, "Ji bo me ya girîng ew e ku em siberojê ji îro ve ava bikin. Hemû kadroyên partiya me xwedî wê hêz û hunerê ye ku dikarin siyaseta li Rojhilata Navîn analîz bikin. Kêmasî, di pratîkkirina van analîzan de ye. Em mîna masiyên sor ên di nava okyanûsê de li dijî ahtepoteke mezin têdikoşin e. Qelsiyên vî ahtepotî heye. Mîna 7'ê Hezîranê em dikarin vî ahtepotî bitevizînin, em dikarin milên wî bişikînin."

'JI SEDÎ 50 DENG STENDIYE, LÊ JI ME DITIRSE'

Demîrtaş da xuyakirin, ku divê rêbaza berê ya xebatê ji her alî ve bê terikandin û got, "Di rewşeke ku yên li hemberî me hêzeke gelekî mezin bi awayekî bêexlaqî li hemberî me bi kar tînin de, eger em bi rêbaza berê têbikoşin, ev yek wê xizmetê ji wan re bike. HDP dikeve nava p^pevajoyeke kongreyê û biryardayînê ya gelekî krîtîk."

Demîrtaş bal kişand ser tirsa hikûmetê ya ji HDP'ê û got, "Mêrik nêzî ji sedî 50 ê dengan stendiye, lê ji me ditirse. Dizanin ku ev rêjeya ji sedî 50 çawa bi dest xistine. Ergenekon û MGK li hemberî me bi kar anîn û hewl dan me tine bikin. Ev xeta me êdî hevsengî û siyaseta Rojhilata navîn diyar dike. Bandoreke welê dike ku dikare ji bindestên li cîhanê re bibe hêvî. Bi qasî ku hevrikên me bi awayekî cidî nêzî me dibin, divê em jî bi heman cidiyetê nêzî xwe bibin."

'DIXWAZIN CIVAKÊ BITIRSÎNIN'

Demîrtaş, medya li Tirkiyeyê rexne kir û anî ziman ku mamoste Ayşe ya bi rêya telefonê beşdarî bernameya Beyaz Show bû, ji ber ku bêdengiya rojavayê welêt li pêşberî komkujiyan bibîr xist, rastî êrîşên nîjadperestî tê. Demîrtaş got, "Jinek rabû di TV'yekê de banga aştiyê kir, lê yekser ew lînç kirin û pêşkêşvanê bernameyê jî lînç kirin. Çima dixwazim miroveke ku dibêje 'Bila mirov nemirin' ewqasî bitirsînin. Ne mamoste Ayşe, dixwazin yên li derveyî wê bitirsînin. Ji ber vê yekê ewçend êrîşeke dijwar tê kirin."

Demîrtaş diyar kir ku wan di dema hilbijartinê de ti carî ji medyayê destek nedîtine û destnîşan kir, ku berevajî destekê bi fermana AKP'ê re di medyayê de li hemberî wan êrîş tê kirin.

Demîrtaş got, "Em mecbûrîn her timî bi hêvî bin" û anî ziman ku hêza li hemberî wan we di dema pêş de hîn bêhtir bi awayekî bêperwa êrîşî wan bike.

'BÊRÛMETIYÊ LI SER GELÊ KURD FERZ DIKIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser cenazeyên sivîlên ji aliyê AKP'ê ve hatine qetilkirin û got, "Divê cenaze werin rakirin. Di ser cenazeyan re civak tê bêîtîbarkirin. Ev polîtîka gelekî bi zanebûn tê meşandin. Cenaze zerarê dide kê? Di ser cenazeyan re bêrûmetiyê li ser gelê Kurd ferz dikin. Dixwazin daxwaza têkoşînê bişikînin. Bi vê mînakê re dixwazin nîşan bidin, ku bê çi ji wan tê. Dixwazin bêjin, 'Eger em bixwazin em ê ji mirovahiyê derkevin, lê em ê ji neteweperestî, ji faşîstiya xwe dernekevin'."

'DIVÊ EM RÊXISTINBÛYÎNÊ MEZIN BIKIN'

Demîrtaş got, "Li hemberî vê zîhniyetê divê em li her deverê xwe bi rêxistin bikin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di demên bihurî de ji ber ku civakê nikarîbû xwe biparasta, komkujî dihat kirin. Divê gelên Rojhilata Navîn vê carê li gorî vê yekê xwe amade bikin. Nema dikarin wê zor û zordestiyê li me bikin. Divê em sekna xwe ya berxwedanê ya berê biparêzin, lê belê bi rêbazeke nû ya xebatê, rêya xwe bidomînin."

Piştî axaftina Demîrtaş, konferans li çapemeniyê girtî dewam kir.