1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Demîrtaş: Em amadekariya çalakiyên radîkal dikin
Demîrtaş: Em amadekariya çalakiyên radîkal dikin,demîrtaş,em,amadekariya,çalakiyên,radîkal,dikin

Demîrtaş: Em amadekariya çalakiyên radîkal dikin

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li Almanyayê der barê grevên birçîbûnê de da weke “ne exlaqî” nirxand û diyar kir ku ji bo greva birçîbûnê tu hêviyên wan ji hukûtenê tune ye û got; “Em amadekariyên çalakiyên radîkal dikin."

A+ A-

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku ji aliyê girtiyên Kurd ve hate destpêkirin berdewam dike. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Berlînê bersiv da pirsa der barê greva birçîbûnê de û got; “Tiştek wisa tune ye. Ev ji xwe re şow dikin.” Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûnek tund nîşan da û got “Daxuyaniyên Serokwezîr ne exlaqî ne.” Demîrtaş destnîşan kir ku li gel wezîrê dadê, li gel bijîşk û îstîxbaratê rapor hene. Demîrtaş da zanîn ku hemû raporên têkildarê rewşa girtiyan li gel hukûmetê hene û destnîşan kir ku armanca Erdogan ew ku hemû hişyariya gelê Kurd a li hemberî grevên birçîbûnê ji holê rake.

‘ERDOGAN DEREWAN DIKE

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê mijarê de ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku ji bo Erdogan bikare bihîstiyariya li hemberî grevên birçîbûnê ya ku di nava raya giştî de çêbûye, ji holê rake, xwe avatiye bextê derewan û got: “ Ev asta exlaq a Serokwezîr nîşan dide. Dixwaze pirsa ‘ev mirov çima bedena xwe dane ber mirinê’ asteng bike. Pirsa divê bê pirsîn ev e: Çima van mirovan bedena xwe dane ber mirin? Ji bo bersiva vê pirsê neyê danîn, Serokwezîr diçe xwarina li mala Ahmet Turk hatibû dayîn tîne rojevê. “ Demîrtaş da zanîn ku divê mirov guhdarî vê yekê neke û got; “Divê ev nebe rojeveke cidî. Di rojeva me de daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê hene.”

’BERXWEDANA 30’Ê COTMEHÊ DEWLETÊ TIRSAND’

Demîrtaş diyar kir ku bi milyona kes xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin û got; “Heta duh, bi milyona kes li her derê jiyanê rawestandin û diyar kirin ku ew li pişt van daxwazan in. Vê rewşê serokwezîrê dewletê tirsandiye. Ji ber vê jî ji bilî piştgiriyek xurt ji bo van daxwazan û li her derê lidarxistina çalakiyên ji bo xwedîderketina li van daxwazan, divê em em serê xwe bi tu tiştek din ve neêşînin.”

‘SEROKWEZÎR BÊ ÇARE YE’

Demîrtaş bi bîr xist ku Erdogan gotiye ku di girtîgehan de greva birçîbûnê tune ye, lê Wezîrê Dadê jî tiştek din gotiye û got: “Serokwezîr wezîrê xwe bi xwe jî diderewîne, daxuyaniyên wî vala derxist û ev yek nîşan da ku çiqas ji siyasetê dûr mane.” Demîrtaş destnîşan kir ku Erdogan di bêçaretiyê de ye û ji ber wê jî dixwaze di raya giştî ya naveteweyî de bihîstyariya li hemberî grevên birçîbûnê asteng bike.

‘HEFTEYA LI PÊŞIYA ME PIR KRÎTÎK E’

Demîrtaş da zanîn ku ji roja greva birçîbûnê dest pê kiriye û heta niha wana ji hukûmetê tu pêngavên şênber hêvî nekiriye û diyar kir ku Wezareta Dadê xwetiye hewl bide û vîna xwe deyne holê, ji aliyê Serokwezîr ve hatiye astengkirin.

Demîrtaş da zanîn ku kesên ketine greva birçîbûnê pişta xwe bi Serokwezîr germ nekirine û got; “Erdogan li wê derê jî pê li wezîrên xwe jî dike. Em bi gelê xwe bawer in. Kesên ketine greva birçîbûnê ne ku pişta xwe bi Serokwezîr germ kirine û dest bi çalakiyê kirine, baweriya xwe bi vî gelî anîne û dest bi çalakiyê kirine. Ev heftiya li pêşiya me pir krîtîk e. Her ku diçe em zêdetir nêzî mirinan dibin. Ji ber wê jî divê em çalakiyên xwe zêdetir bikin û bilind bikin. Em jî weke parlementeran dikarin zêdetir çi bikin, em vê gotûbêj dikin. Em ê di rojên pêş de biryarên xwe bi gelê xwe re parve bikin. Em jî dê sekneke radîkal nîşan bidin. Em destûr nadin mirin çêbibin.”

ANF NEWS AGENCY