1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Gelê kurd bi 5 egîdan derket rê, bi milyonan dimeşe
Demîrtaş: Gelê kurd bi 5 egîdan derket rê, bi milyonan dimeşe,demîrtaş,gelê,kurd,bi,5,egîdan,derket,rê,bi,milyonan,dimeşe

Demîrtaş: Gelê kurd bi 5 egîdan derket rê, bi milyonan dimeşe

A+ A-

ÇEWLÎK - Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li navçeya Solxana Çewlikê derket pêşberî gel û diyar kir ku gelê kurd bi 5 egîdan derket rê û niha bi 10 milyonan dimeşe. Demîrtaş, anî ziman ku ji bo rêveberiyek Xweseriya Demokratîk têdikoşin û dixwazin xwe bi rêve bibin.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîr, piştî gera Wanê derbasî Mûş û Çewlikê bû. Demîrtaş, di gerê de derbasî navçeya Solxana Çewlîkê jî bû hîtabî gel kir. Heyeta BDP'ê li mintixa Gedug ji aliyê sedan wesayit ve bi pankarta "Serokê azad, nasnameya azad, em ber bi welatê azad û serkeftinê ve dimeşin" vekirin. Piştî heyet hate pêşwazîkirin, bi konvoya ku ji sedan wesayitan pêk dihat derbasî navçeya Solxanê bû. Heyet li navçeya Solxanê jî bi girseyî hate pêşwazîkirin. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li navenda navçeyê derket pêşberî gelê Solxanê û axaftinek kir. Demîrtaş, destnîşan kir ku mirov bi fikr, bawerî, namûs, rûmet û şerefa xwe heye û wiha got: "Ger ku ev nirxd di mirov de tune be wekî darek hişk e. Ji bo em van nirxên xwe biparêzin heta dawî em têdikoşin. Gelê kurd her tim ji bo jiyanek bi rûmet têdikoşin. Lê hin kes dixwazin em bê rûmet bişîn. Em jî vê yekê qebûl nakin û heta dawî em dê têbikoşin."

Demîrdaş, da zanîn ku her kes bi çavê xwe dibîne ku hemû gund çol û newal vala kirine û ji wan jiyanek bêrûmet dê xwestin. Demîrdaş, daxuyand ku ew vê bêrûmetiyê qebûl nakin û wiha berdewam kir: "Êdî em dê xwe bi rêve bibin. Em destûr nadin ku kes me bi rêve bibe. Em destûrê nadin ku kes li me zulmê û zordariyê bike. Em her tim dibêjin dê pirsgirêka kurd bi demokrasî û aştiyê çareser bibe. Gelê kurd ji bo rûmeta xwe bi 5 egîdan derket rê. Niha bi milyonan dimeşe. Bila Erdogan baş zanibe ku êdî tu hêz nikare gelê kurd rawestîne."

Demîrtaş û heyata BDP'ê pişt re derbasî Çewlîkê bû.