1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Roj roja berxwendanê ye
Demîrtaş: Roj roja berxwendanê ye,demîrtaş,roj,roja,berxwendanê,ye

Demîrtaş: Roj roja berxwendanê ye

A+ A-

BDP'ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê di çarçoveya kampanyaya "Ez li vir im" mitîng li dar xist û bi deh hezaran kes tevlî mitîgê bûn. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ji bo kurdan roj roja berxwedanê ye. Demîrtaş, bertek nîşanî gotinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ê li meclîsê yên "Em dê mafên kurdan binasin" da û wiha got: "Li Meclîsê dibêjin em dê mafên kurdan binasin lê serokê gelekê di hûcreyê de digirin. Li dijî partî, ziman û çanda wan rûmetê nîşan nadin."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re berê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlîbûna bi hezaran kesan vekirina Akademiya Siyaseta Demokratîk û Dibistana Siyaseta BDP'ê vekir. Piştî re bi hezaran kes ber bi qada mitînga "Ez li vir im" ve dest bi meşê kir. Li derdorên qada mitîngê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin û li ser avahiyan polîsên sekvan bi cih kirin. Li qada mitînê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem hatin belavkirin. Li qada mitîngê gelek pankrat, dowîz, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Konfederalîzmê, PKK û BDP'ê hatin vekirin.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên BDP'ê yên Colemêrgê Adîl Kurt û Esat Canan, şaredarên BDP'î û bi deh hezaran kes tevlî mitîngê bûn. Rêveberê BDP'ê Mehmet Çapraz axaftina ewil kir û diyar kir ku ew ji tu kesî sedeqeyê naxwazin û dê mafên xwe bistînin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Rustem Demîr jî bang li Serokwezrî Erdogan kir û wiha got: "Vê yekê baş bizanin bedel çi be bila bibe ev gelê dê xwedî li vîna xwe derkeve."

'Roj roja serî li hemberî zaliman rake ye'

Pişt re Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û diyar kir ku li gel hemû sermayê gelê Geverê berxwedanekî mezin nîşan da û wiha got: "Îro li gel hewayê evqas sar tevlîbûna gel nîşaneya vê yekê ye. Mitîngê me li Stenbol û heya Colemêrgê kirin gelek bi girseyî derbas bûn. Ji bilî me tu kesên din mitîngan nakin. Gelê me zivistan veguherande berxwedanê. Ji ber ku operasyonên li dijî gelê kurd hêj jî berdevam dikin. Berxwedana gelê kurd dê zivistanê jî berdevam bike. Heke li dijî vîna we û li dijî we rûmet neyê nîşandan berxwedan li dijî vê yekê maf e. Roj roja berxwendanê ye. Roj roja li dijî zaliman serî rakirin e." 'Ka li kuye mafê kurdan'

'Gelê kurd ji bo statuya xwe tevdigere'

Demîrtaş, balkişand ser rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn û Efrîqayê û got gelê kurd jî wekî gelên li van deran ji bo diyarkirina statuya xwe tevdigerin. Demîrtaş di berdewamê de wiha axivî: "Pirsgirêka bêstatuya kurdan, pirsgirêka Rojhilata Navîn e. AKP ji bo ku di vê pêvajoyê de kurd hin destkevtiyan negirin van polîtîkayan dide meşandin. AKP dibêje her çibe jî bila kurd jê siud negirin. Lê bila mereq nekin. Kurd wê serbikevin. Tu daxwaza me ya ji cudabûna Tirkiyeyê tuneye. Lê daxwaza me ya Xweseriya Demokratîk heye. Divê feraseta ku rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan û hunermendan wekî terorîst dide nîşandan îstîfa bike. Banga min ev e; ger wênesazek wêneyê Îdrîs Şahîn çêke, wê baş bê dîtin ku esas terorîst Şahîn e. Hûn wê di meclîsê de bêjin em gelê kurd nas dikin, lê rêveberê wî dê heps bikin. Her wiha dîsa hûn wê li hemberî siyasetmedar û rewşenbîrên wî gelî operasyonan bidin destpêkirin û destûr nadin ew bi kurdî xwe biparêzin. Ka li kuye mafê kurdan."

'Em dê li berxwe bidin'

Demîrtaş, da zanîn ku bi tu avayî hikûmetê re li hev nehatine û bilêv kir ku ew dê li hemberî AKP'ê li berxwe bidin. Demîrtaş, wiha axivî: "Heta niha 5 hezar kes girtin. Dibe ku 500 hezar kesan jî bigirin. Lê ev gel paşve gav navêje." Demîrtaş, di axaftina xwe de got ku gelê kurd tu çareseriyên li ser bingeha nijadperestî û netewe dewletê qebûl nake û wiha pêde çû: "Gelê kurd dibe, federasyon, xweserî û serxwebûnê daxwaz bike. Ev mafê wî heye. Em nabêjin Kurdistan ya kurdan e. Ew ya gelan e. Werin em li ser axa Kurdistanê referandûmekê çêkin. Gel çi dixwaze em jî wê bikin. Waye ji were çareseriya bê şer û tundî."

'Feraseta 38 model'

Demîrtaş, têkildarî gotinên Wezîrê Karê Hundir Îdrîs Naîm Şahîn de jî ev tişt gotin: "Em wekî te xwedî feraseta 38 model nînin. Em her sal xwe ji nû ve saz dikin û wisa derdikevin pêşberî gel." Demîrtaş, di dawiya axaftina xwe de cardin operasyona li hemberî saziyên çapemeniya kurd şermezar kir û da zanîn ku ew nûçegîhanên dildar yên çapemeniya azad in. DÎHA (ft/lg)