1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Dengbêjekî ku ji êş û evînên Dersîmê re dibe ziman: Silo Qiz
Dengbêjekî ku ji êş û evînên Dersîmê re dibe ziman: Silo Qiz,dengbêjekî,ku,ji,êş,û,evînên,dersîmê,re,dibe,ziman,silo,qiz

Dengbêjekî ku ji êş û evînên Dersîmê re dibe ziman: Silo Qiz

A+ A-

Dengbêj Silo Qiz ê 102 salî ye û ev 90 sal in bi dengê kemanê dijî. Tê zanîn ku Silo Qiz, bawermendiyên elewiyên Dêrsîmê, êşên li qetlîama Dêrsîmê pêk hatîn bilêv dike û belavî herêmê dikir. Silo Qiz hêj di biçûkatiya xwe de ji bavê xwe dersên kemanê girt û hînî kemanê bû. Demeke din dengê xwe yê dilşewat bi kemanê re anî ziman. Silo Qiz, diyar kir ku ew piştî kal bûye diranên wî ketine û nikare wekî berê baş stranan bistrê. Kilamên Silo Qiz ên li ser komkujiya Dersîmê hêj li ser zimanê gel e û dom dike.

XWEDÎ DERKETINA ÇANDÊ
Silo Qiz, da zanîn ku beriya komkujiya Dersîmê wî li ser baweriya elewiyan kilam gotine û wiha axivî: "Wê demê bi keman û kilamên xwe carinan min mirov hestiyar dikir carinan jî rakirin govendê. Piştî komkujiya 38'an min kilamên dilşewat û li hemberî zilmê bi lêv kirin. Hêj ew kilam li ser zimana ne lê ez hatîme 102 saliyê, diranên min ketine û ne ez dikarim bêjim ne jî tê bîra min." Silo Qiz, bang kir ku hunermendên Dersîmê xwedî li miratiyên xwe derkevin û wiha domand: "Em rastî zilma dewletê hatin. Em nizanin ka hestiyên egîdên me li ku ne. Bila ji niha û pê ve hunermendên me li çanda xwe xwedî derketin."

‘KEMAN ÎBADETA MIN E’
Silo Qiz, da zanîn ku ew ligel sedsaliya xwe bi saya keman û dengê xwe li ser piyan maye û wiha got: "Ez niha 102 salî me lê mirov ji min re 'Qiz' dibêjin. Çimkî ez gelek biçûk bûm û min kilam digotin. Bi saya dengbêjî û kilaman ez li ser piya me. Dengbêji û keman îbadeta min a herî mezin e. Ez niha gund bi tenê serê xwe me. Dema ku mirov tên cem min ez kêfxweş dibim. Wekî berê ez nikarim biçim aliyê Dersîmê yên din. Berê ez diçûm hemû serxweşî, mala cem û dawetan."

SILO QIZ KÎ YE?
Silo Qiz, li Dêrsîmê dengbêjekî navdar e û bi keman û kilamên xwe tê nas kirin. Bi "Terteleyên Dersîmê" ve ji nû ve zindî dibe û demeke tarî bi kilamên xwe ronî dike. Silo Qiz bavê 6 zarokan e û hevsera xwe jî winda kiriye. Silo Qiz, niha li Dersîmê li Gundê Mîlan ê nêzî Çiyayên Jelê yên Dersîmê jiyana xwe didomîne. DÊRSIM - DÎHA