1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dengên nerazîbûnê li hember tecrîda li ser Ocalan zêde dibin
Dengên nerazîbûnê li hember tecrîda li ser Ocalan zêde dibin,dengên,nerazîbûnê,li,hember,tecrîda,li,ser,ocalan,zêde,dibin

Dengên nerazîbûnê li hember tecrîda li ser Ocalan zêde dibin

A+ A-

EFRÎN – Yekîtiya Jinên Ciwan , Kongreya Star û Saziyên Civaka Sivîl ên Kantona Efrînê bi daxuyaniyên cûda tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Navçeya Mabeta

Bi dehan ji endamên Kongira Star li pêşiya navenda asayîşa navçeya Mabata kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerde Civaka Demokratîk Ciwana Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin, êrîşên dewletê yên li hemberî bajarên Bakur hatin şermezarkirin,tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke kiryarên dermirovahiyê hat wesifkirin û bang li rêxistin mirovahî hat kirin ku kar bike da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.

Navenda Efrînê

Li pêşiya avahiya Saziyên Civaka Sivîl bi dehan endamên saziyê kom bûn û daxuyanî ji aliyê Rêvebera Saziyê Narîn Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin :” Di çarçoveya kiryaryên AKP`ê yên bi serokatiya Erdogan û siyasta wê ya li dijî gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê, AKP`ê tecrîda li ser Rêber Apo zêde dike û bi vê yekê re qanûnên navneteweyî jî binpê dike, lê belê AKP`ê dê nikaribe bi van hewldanên xwe gelê kurd dûre Rêber Apo bixe. Ji ber ku berxwedana gelê kurd li hemû parçeyên kurdistanê diyar kir ku çiqasa gel bi dil û can bi rêberê xwe ve girêdayî ye”.

Narîn daxuyanî wiha bi dawî kir :” Em weke jinên SCS, tecrîda li serê Rêber Apo şermezar dike û ji cîhanê re jî diyar dikin ku kes nikare me dûre Rêberê me bike, ji ber ku ew bi felsefa xwe di nava me de dijî, lewma em careke din soza xwe dûbare dikin ku ji bo azadkirina Rêber Apo em e heta dawiyê liberxwe bidin”

Navçeya Cindirêsê

Yekîtiya Jinên Ciwanê yê Navçeya Cindirêsê daxuyaniyek dan û kiryarên AKP`ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Yekîtiyê ve Dunay Elo ve hat xwendin de, hat destnîşankirin ku jinên ciwan tecrîd li ser Rêber Apo şermezar dikin û bang li her kesê xwedî wijdan hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirkiyeyê serî rake.

(nse)

ANHA