1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Der barê avabûna gerdunê de vedîtineke girîng
Der barê avabûna gerdunê de vedîtineke girîng,der,barê,avabûna,gerdunê,de,vedîtineke,girîng

Der barê avabûna gerdunê de vedîtineke girîng

A+ A-

Navenda Nûçeyan 18.03.2014 07:53:57 Navenda Smîthsonîan Astrofîzîk (CFA) ya Zanîngeha Harward a Amerîkayê daxuyaniyek da û diyar kir ku der barê avabûna gerdunê de ku ‘Piştî teqînek mezin’ ava bûye de keşfek gelek girîng kirine. CfA’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku bi teleskonê bi navê Bîcep2 ya Cemsara Başûr şopandin kirine de di nava pêlênmîkoro yên kozmîk ku gerdun tije kiriye de ‘Pêlên kişandina kutleyê’têde hene.

CfA di daxuyaniya xwe de da zanîn ku keşfa ku ji aliyê astronotên ji Bîcep2’ê peywirdarin hatiye kirin de teoriya der barê avabûna gerdunê ya 13,8 mîlyar sal berê hatiye avakirin de piştrast dike. li gorî teroriyê gerdun piştî teqîna mezin, piştî saniyeyan 10 mîlyar mezin bûye.

John Kovac der barê nîşaneyên pêşlên kişandina kutleyê de ku ji aliyê Bîcep2’ê ve ahtiye dîtin jî got: “keşfa van sînyalan yek ji hedefên herî girîng yên kozmolojiya roja me ya îro ye.

Ji Enstîtuya Teknolojiya Kalîforniyayê Jamîe Bock got wan nîşaneyeke ku ji destpêka demê di pîvan. Ji zanîngeha Mînnesota Clem Pryke jî got ew di kadînê de li derziyê digeriyan û balkişand ser girîngiya keşfa xwe.