1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Der barê PDK’ê de doz hat vekirin
Der barê PDK’ê de doz hat vekirin,der,barê,pdk,ê,de,doz,hat,vekirin

Der barê PDK’ê de doz hat vekirin

A+ A-

ROJNEWS / HUŞMEND KURDÎ/KELAR

Malbata yek ji kesên di çalakiyên Kelarê de şehîd bûyî, der barê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de doz vekirin.

Di 10'ê Cotmehê de li qezaya Kalar ya Germiyanê dema ku xwepêşandêran xwestin bikevin avahiya buroya PDK'ê hatin gulebaran kirin, di encama gulebarankirinên di buroyê de hatin kirin de, welatiyê bi navê Osman Ednan (19) û Aram Beyiz (35) şehîd bûn. Li ser vê yekê, malbata yek ji kesên şehîdbûyî li hemberî kiryarên PDK'ê doz vekir.

Der barê mijarê de li ser navê malbata Şehîd Aram Bayiz, Edalet Letîf ji RojNews re axivî û wiha got: "Piştî ku dayîk, bav, xizmên Aram Bayiz di nava xwe de li ser rewşê axaftin, me biryar da li ser karmendên PDK'ê yên li Kelar destê wan di şehîdbûna kurê me de hene, dozê vekin."

Edalet Letîf di dewama axaftina xwe de wiha ragihand: "Me wek binemala Aram Bayiz biryar da ku îro li Dadgeha Kelar li ser berpirsên buroya PDK'ê yê Kelar, berpirsê asayîşa Xaneqînê ya girêdayî PDK'ê û ew kesên ku di nava buroya PDK'ê de biryara gulebarankirinê da ne dozê vekîn." Edalet Letîf destnîşan kir ku roja xwepêşandanê PDK'ê 3 wesayît asayîşa Xaneqînê anîne Kalar û wiha pêde çû: "Wek binemala Aram me bawerî bi yasayê heye, ji ber vê yekê jî me biryar da ku dozê li hember van kesên destê wan di şehîdkirina kurê me de heye vekin. Ji ber ku kurê me ne xwepêşanderbû, ne jî beşdarî xwepêşandanên Kelarê bibû."

Edalet Letîf axaftinên xwe bi van hevokan bi dawî kir; "Kurê me wê êvarê li ser goristana vedigeriya û nimêja mexrebê li mizgerfta Teqiwa kir, dema ku ber bi mal di hat li çend kolanên li nêzî buroya PDK'ê re derbas dibû, piraniya rojnamevan û nûçegihanên li wê derê ji vê rewşê agadarin û wêneyên wî girtine. Ji xwepêşandêra dure û mixabin guleyek li singê wî dikeve û şehîd dibe."

Aram Bayiz Ubeyîd di sala 1980'an de ji dayîk bûye û xwediyê 2 zarokan bû. Aram debara jiyana xwe ji karkeriyê dikir.

(ab)