Derewa Yenî Şafakê ya ambulans hate gulebarankirin derket holê
OMER TUR / AMED
Di şerê psikolojîk ya li hemberî Kurdan de bi taybet Rojnameyên Star, Sabah û Yenî Şafakê û her wiha gelek televîzyon cîh digirin.
Rojnameya Yenî Şafakê di 12’ê Sibata 2016’an de bi nûçeyekê ragihand ku li navçeya Hezexa Şirnexê dema ambulansa 112 diçû birîndarekî rizgar bike ji hêla PKK’iyan ve hatiye gulebarankirin. Gelê navçê got bûyerek bi vî rengî pêk nehatiye. Di encama lêkolînên hatin kirin de derket holê ku nûçeya Yenî Şafakê derewe û ambulansa ku wêneyê wî hatiye parvekirin jî ne li Hezexê li navçeya Akşehîra Konyayê hatiye kişandin û yê dema qezayê ye.
‘Dîmen ê qezaya li Akşehîra Konyayê ye’
Piştî ku belav kirina nûçeya Rojnameya Yenî Şafakê li navçeyê lêkolîn hatin kirin, lê derket holê ku li Hezexê buyerek bi vî rengî neqewimiye. Di encama lêkolînên hatin kirin de derket holê ku wêneyê hatiye parvekirin ê ambulansa ku li navçeya Akşehîra Konyayê dema qeza kiriye hatine kişandin û parvekirin.
‘Şerê psikolojîk’
Piştî ev wêne derket holê eşkere hat xwiyakirin ku Rojnameya Yenî şafakê nûçeyek bêbingeh ango derew çêkiriye û hewldaye raya giştî ya Tirkiye bixapîne. Hêjayî gotinê ye ku di şerê psikolojîk ya li hemberî Kurdan de bi taybet rojnameyên Star Sabah û Yenî şafakê û her wiha gelek televîzyon cîh digirin.
(oî/rn)
