1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Deriyê sînor bû deriyê derdan
Deriyê sînor bû deriyê derdan,deriyê,sînor,bû,deriyê,derdan

Deriyê sînor bû deriyê derdan

A+ A-

ARARAT ARAS

AGIRÎ (DÎHA) - Li ber Deriyê Sînor a Gurbulakê ku duyemîn deriyê herî mezin a Tirkiyeyê ye ji ber ku karûbarên ajokaran dereng tê kirin bi kîlometreyan rêza TIR'an çêdibe. Ajokarên ku di bin serma û seqema zivistanê de dikin ku biqefilin bang li rayedaran kirin ku pirsgirêkên wan çareser bibe.

Deriyê Sînor a Gurbulak a li navçeya Bazîd a Agiriyê, ji bo ajokarên TIR bûye riya derdê. Ji ber ku li deriyê sînor karûbarên ajokaran pir dereng tê kirin, her roj bi kîlometreyan rêza TIR'an çêdibe. Di ser de ji ber sar û seqemê ajokar şaş dimînin ku dê çi bikin û dikin ku biqefilin. Ajokar, bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku li tu derê cîhanê pêkanîneke wisa tune ye.

'Rûn jî cemidî'

Yek ji ajokaran Mehmet Ergîn da zanîn ku bi rojan e ji bo karên femî rawestiyane û tiştê ku tê serê wan zilm e. Ergîn wiha berdewam kir: "Tu kes dengê me nabîhîse. Ev rewa ye? Pergala germkirinê ya TIR'an naxebitin. Rûne ku min ji malê ji bo şîv çêkirinê anî jî cemidî. Bi şev ji ber dengê guran em nikarin gav bavêjin. Eger karên me bi lez û bez neyê çareserkirin emê bi mirinê re rû bi rû bimînin. Ji kerema xwe re dengê me bigihînin."

Ergîn her wiha da zanîn ku 2 roj berê hevalekî wan, dema derketiye derve rastî êrîşa guran hatiye.

'Rizqê zarokên me li ser van riyan e'

Ajokarê Îranî Ehmed Îbrahîmzade jî destnîşan kir ku pêkanîneke bi vî rengî tenê li Tirkiyeyê heye û dema TIR ji Îranê tên bi rehetî dikarin derbasî Tirkiyeyê bibin. Îbrahîmzade jî anî ziman ji bo karekî bi rojan têne rawestandin û wiha axivî: "Me hemû zarokên xwe li mal hiştine û em hatine. Çima tu kes xwe naxe cihê me. Ev rezalet bidome emê dev ji vî karî berdin. Rizqê zarokên me li ser van riyan e."

Îbrahîmzade jî herî dawî bang li rayedaran kir ku pirsgirêkên wan çareser bikin.

(sy)