1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Derketina derve ya 10 taxên Licê hat qedexekirin
Derketina derve ya 10 taxên Licê hat qedexekirin,derketina,derve,ya,10,taxên,licê,hat,qedexekirin

Derketina derve ya 10 taxên Licê hat qedexekirin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hat diyar kirin ku bi biryara Waliyê Amedê, ji ber operasyonan derketina derve ya 10 taxên Licê hatiye qedexekirin.

Qedexeya li hemberî bajarên Kurdistanê berdewam dike. Hat diyar kirin ku Waliyê Amedê îro saet di 10.30'an de li 10 taxên navçeya Licê ya Amedê 'qedexeya derketina derve' îlan kiriye. Daxuyaniya ku li ser malpera walî hat dayîn de hat diyar kirin ku li taxên wekî Bawerde, Pêça, Tûtê, Çemê Elik, Şêxan, Zengesor, Baravê, Melê, Karincag û Hendîvê di dîroka 04. 2016'an saet di 10.30'an de hatiye qedexekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev herêm bi tevahî ji ketin û derketinê re hatiye qedexekirin.

(ms)