1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dermanê gelek nexweşiyan: Ava Sûsê
Dermanê gelek nexweşiyan: Ava Sûsê,dermanê,gelek,nexweşiyan,ava,sûsê

Dermanê gelek nexweşiyan: Ava Sûsê

A+ A-

31 Gulan

AMED (DÎHA) - Li Derê Çîyê ya Amedê bi hatina mehên havînê şerbetfiroşan dest bi firotana ava sûsê kirin. Firoşkaran diyar kirin ku ava sûsê ji gelek nexweşiyan re baş e, lê ji ber ku ciwanên îro vexwarinên asîtî bikartînin, firotana ava sûsê ketê bûye.

Bi hatina mehên havînê firoşkarên ava sûsê bi taybetî di kolanên Derê Çiyê ya Amedê de bi tezgeh û tasên xwe yên rengîn dest bi firotanê kirin. Ava Sûsê li Elîh, Amed, Sêrt, Riha û li derdorê Çemê Dîcle û Firatê li cîhê bi av digihê. Dara sûsê ji gelek nexweşiyan re jî sûda wê heye. Havînan welatî bi vexwarina ava sûsê hem pê honik dibin hem jî tem digirin. Derbarê çêkirin û firotana ava sûsê de me nêrînên şerbetfiroşan girt. Firoşkarê bi navê Yilmaz Palû diyar kir ku ew di demsala biharê de dest bi berhevkirina dara sûsê dikin û piştî berhevkirinê bi çakûç dişkinîn û pişt re li bazarê li ser dezgahan difiroşin û wiha got: "24 sale ku ez vê karî dikim. Salê 4 mehan tenê tê firotin. Bi taybetî havînê em pir difiroşin. Ji bo nexweşiyan gelek baş e. Welatî herî zêde di mehên rojiyê de vedixwin"

Firoşkarê 65 salî yê bi navê Cemîl Batibay anî ziman ku berê li Çemê Dîcleyê dara sûsê gelek hebû, lê niha kêm maye û wiha axivî: "40 sale ez vê karî dikim berê zêdetir karê me çêdibû. Niha yê kû vê karî zanibe an jî nizanibe vê karî dike. Niha pir kes vê karî dike. Ji ber ku bêkarî pir e, pir kes ji neçarin karê ava sûsê dikin."

Firoşkarê bi navê Alî Baturay jî da zanîn ku ji deh saliya xwe heta niha firoşkariya ava sûsê dike û wiha got: "Ji ber ku ev kar 3-4 meh didome, em nikarin debara xwe pê bikin. 9 mehê din em li mal rûdinin. Ji bo rûvî û kevirê gurçikan gelek başe. Ji bo hûcreyên mejjiyan jî baş e. Ji gelek nexweşiyan re baş e, Lê ciwanên îro bi piranî vexwarinên asîtîk bikartînin. Bi piranî mirovên berê ava sûse vedixwin.

(st-mc/bd)