1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ders: kurd, mijar; neheqiya li dijî kurdan
Ders: kurd, mijar; neheqiya li dijî kurdan,ders,kurd,mijar,neheqiya,li,dijî,kurdan

Ders: kurd, mijar; neheqiya li dijî kurdan

A+ A-

Xwendekarên Zanîngeha Înonu, diyar kirin ku Serokê Beşa Dîrokê ya Zanîngaha Înonu Prof. Bjk. Salîm Çohçe, di dersa xwe de neheqî li gelê kurd û parlementerê BDP'ê kiriye. Xwendekaran, anî ziman ku dema wan bertek nîşanî vê helwesta mamote dan, rastî neheqiya mamoste hatin û ji dersê hatin avêtin.

Xwendekarên Zanîngeha Înonu, diyar kirin ku Serokê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Fen-Faka Zanîngaha Înonu Prof. Bjk. Salîm Çohçe, di dersa xwe de neheqî li gelê kurd û parlementerê BDP'ê kiriye. 4 xwendekarên kurd, anîn ziman ku mamoste Çohçe, neheqî li kurdan kiriye û dema wan bertek nîşanî vê helwesta masote dane jî ji dersê hatine avêtin. Xwendekaran, anîn ziman ku Çohçe ji gelê kurd û parlementerê BDP'ê re gotiye "Hemû kurd kurtêlxur in. Dewlet pir zêde rû dide kurdan. Hêj duh we li axaftina Sirri Sakik û Sevahîr Bayindir gundar nekir? Vana vê wêrekî û piştekê ji ku distînin ez fam nakim. Vana hemû terorîstin. Kurd doza axê dikin. Ger ku axê ji me bixwazin divê bi qasî şehîdê Çanakkaleyê şehîdan bidin." Xwendekaran, anîn ziman ku dema bertek nîşanî helwesta mamoste dan jî rastî gefên mamoste hatin û ji dersêhatin avêtin.

Profesor: Vir Tirkiye ye, an hûn dê hez bikin an terk bikin

Xwendekarê bi navê Maşûk Yel, anî ziman ku Prof.Bjk Salîm Çohçe li hemberî wan neheqiyên xwe berdewam kiriye û wiha axivî: "Prof. Bjk Çohçe ji destpêka salê de li hemberî gelê kurd û parlementerên kurdan neheqiyên xwe didomîne. Ji ber ku em li dijî vê yekê bertekên xwe tînin ziman em rastî gefan tên û ji polê tên avêtin. Her tim li şûna dersa xwe bide neheqiyan li kurdan dike. Parlementeran dike hedef. Neheqî li Sevahîr Bayindir û Sirri Sakkik kir û got 'Vana teror in. An hûn dê vî welatî hez bikin an jî hûn dê terk bikin' û gef li wan xwariye." Yel, da zanîn ku dema bertek nîşanî vê yekê dane jî rastî berteka "Vir Tirkiye ye an hûn dê hez bikin, an jî terk bikin" hatine.

'Li şûna kurd tên zanîngehê bila biçin çiya'

Yel, destnîşan kir ku Prof. Bjk. Çohçe her tim neheqiyê li xwendekarên ku tirkiya wan nebaş be dike û wiha berdewam kir: "Prof. Cohçe her tim neheqiyê li xwendekarên kurd dike û wan kêm dixe. Her dim dibêje 'Nizanin xweşik bi tirkî biaxivin. Belaş zanîngehê qezenç dikin. Xwendekarên kurd li şûna tên zanîngehê bila biçin çiya. Kurdan zanîngeh bi dest xistine' û her tim neheqiyê li xwendekarên kurd dike.

'Hemû çepgir aptal in'

Xwendekarên bi navê Tarik Kulat û Mehmet Înat jî helwesta mamosteyê dersê Prof.Bjk. Cohçe şermezar kirin û wiha gotin: "Mamoste li kurdan, parlementerên kurd, elewî û çepkiran neheqiyê dike. Li her kesên li dijî xwe neheqiyê dike. Hefteya borî dîsa got hemû çepkir aptal in. Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu ermenî ye. Gotinên qirêj ji elewiyan re got. Ji ber me bertek nîşani vê yekê da em ji dersê hatin avetin.

Xwendekaran, anîn ziman ku dê li dijî vê yekê li zanîngehê daxuyaniyê bidin çapemenyê.

DÎHA (mae)