1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Destana YPJ’ê çirûsk da cîhanê’
‘Destana YPJ’ê çirûsk da cîhanê’,destana,ypj,ê,çirûsk,da,cîhanê

‘Destana YPJ’ê çirûsk da cîhanê’

A+ A-

DICLE EHMED – KENDAL CÛDÎ

KOBANÊ – Ji fermandarên berxwedaniya dîrokî ya Kobanê Engîzek Nûrheq hêza jina kurd destnîşan kir û got “Ji tevahiya cîhanê re bûye mînak, cîhan matmayî hiştiye û bandoreke mezin li ser şoreşa Kurdistanê kiriye.”

Fermandara eniya başûrê Kantona Kobanê Engîzek li ser berxwedaniya efsaneyî û dîrokî ya Kobanê, qehremaniya jinên Kurd li hemberî çeteyên êrîşkar û bandora lehengiya YPJ’ê li ser cîhanê ji ANHA’yê re axivî.

29-11-2014 (43)

Nûrheq got “Heta ku em bikaribin rizgarkirina Kobanê rave bikin divê em destpêke êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê binirxînin. Di destpêka êrîşan de derfetên me yên madî wekî çek û alav pir kêm bûn. Li gel çeteyan hemû cureyên çekên giran hebûn. Di êrîşên li dijî şervanên YPJ’ê de çekên giran bikar tanîn, lê vîna şervanan ji van çekan xurtir bû. Vê vîna bi israr me gîhand roja îroyîn. Şer 24 saet bê navber hebû. Şerê herî dijwar di 29’ê Mijdarê de bû dema ku çeteyan êrîşî Deriyê Sînor ê Murşitpinarê kir. Wê demê hemû şervanên me bi moralekî bilind û rihekî fedayetî li hemberî pîlansaziya çeteyan li ber xwe dan. Çeteyan dixwest deriyên sînor bixin bin kontrola xwe, lê vîna şervanên me ew têk birin.”

Engîzek Nûrheq anî ziman ku ji bo careke din trajediya Şengalê dûbare nebe şervanên YPJ’ê bi hemû vîn û hêza xwe li ber xwe dan û bi israreke xurt biser ketin. Engîzek got: “Çeteyan li dijî şervanên me hemû cureyên şerê psîkolojî dimeşandin. Şervan direvandin, işkence dikirin û bi saxî serê wan jêdikirin û dadileqandin da ku moralê şervanên li eniyên pêş bidin şikandin. Lê li hemberî van kiryarên wan hevalên me li ber xwe dan.”

26,12,2014 (75) - Copy

Nûrheq şehîdên jin mîna Ozgur, Gulan, Viyan, Hebûn, Zozan, Stêrk, Êvar, Nûjiyan û Zehra bibîr anî û got ku ev ji şervanên Kobanê û jinên Kurd û cîhanê re bûne mînak, her wiha diyar kir ku wan tenê armancek li pêşiya xwe danîn ew jî serkeftin e. Nûrheq ev tişt anî ziman: “vê berxwedanê hişt ku keç û jinên tevahiya pêkhateyan beşdarî refên YPJ`ê bibin û li eniyên pêş cihê xwe bigrin.”

Fermandara YPJ’ê qehremaniya gelê Bakûrê Kurdistanê û piştgiriya wî ji Kobanê re bibîr xist û got: “Wekî YPJ`ê û Kobanê em deyndarên gelê Bakûr in. Ciwanên wan bersiva banga berxwedanê dan û tevlî yekîneyan bûn. Hin ji wan li ser sînor û hin jî di şer de şehîd ketin. Hin ji wan hê jî li eniyan cihê xwe digrin. Gelê Bakûr di aliyê madî û manewî piştgirî da me. Ne tenê ev, wan pir alîkariya welatiyên Kobanê ku çûn Bakûr kirin. Di hemû aliyan de piştgiriya wan kirin û xwedî li wan derketin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûrê Kurdistanê jî dirêjahiya berxwedaniya dîrokî ya Kobanê, ya ku di aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk de bandoreke mezin li parçeyên din ên Kurdistanê kir.”

Arin-Mirkan

 

Fermandara YPJ’ê Engîzek Nûrheq li ser çalakiya fedayetî ya têkoşera efsaneyî Arîn Mîrxan jî wiha got: “Çalakiya hevala Arîn ji bo me û tevahiya jinan peyama girêdana bi axê re bû. Peyama vîn û rihê têkoşer û berxwedêr bû. Peyama kesayeta xwedî bawerî. Di peyama xwe de dixwaze ku buhistek ji axa welat neyê berdan. Ew ji bo me mînak e. Peyama wê ji bo dijmin jî ev bû ku jina Kurd li hemberî wan xwedan vîn û felsefeyeke xurt e.”

Engîzek wiha axaftina xwe dewam kir: “Berxwedaniya Kobanê meşeleya şoreşa Rojava û Kurdistanê bû. Bajarekî biçûk û di aliyê aborî de lawaz bû, lê berxwedaniya xwe gîhand tevahiya qadên navnetewî û cîhanê. Êdî berxwedana Kobanê li ser zimanê her kesî bû. Vê berxwedaniyê cîhan matmayî hişt. Vê bandoreke mezin li şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn kir.”

Engîzek diyar kir ku Kobanê guhertineke mezin di helwestên hêzên navnetewî bi taybet Amerîka li hemberî hêzên hundir de çêkir û ji ber vê yekê piştgirî dan berxwedaniyê.

Nûrheq di dawiyê de got: “Divê kurdên me yên li derve vegerin welatê xwe. Welat tişta herî şêrîn e. Her bihustek axa welat bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Divê her kes wateya vê yekê bizanibe û girîng bibîne.”

(he)

ANHA