1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Destê wî jê bû 15 sal ceza girt
Destê wî jê bû 15 sal ceza girt,destê,wî,jê,bû,15,sal,ceza,girt

Destê wî jê bû 15 sal ceza girt

A+ A-

Melîha Gunduz Mêrsîn - S.T. gava di rê de diçû, cismek dibîne û mereq dike, gava hildigire, cisim diteqe û destê wî jêdibe. Bi hinceta S.T. dê bombe biavêje polîsan bi 15 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.

Di 26 mijdara 2011 de li taxa Çay a navçeya Akdenîz a Mêrsînê, zarokê Kurd ê 17 salî S.T. yê ku bi eslê xwe ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye, li Parka Ahmet Kaya cismek dibîne û hildigire. Vê cisma S.T. rahişt wê bû sedema guhertina jiyana wî.

Ji ber bombeya deng a ku bi destê wî ve teqiya 3 rojan di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ma. Bi wê halê xwe yê birîndar ve hate binçavkirin. Piştre bi hincetên “li hemberî qanûna xwepêşandanê derketiye”, “Madeya teqemenî pêre hebû û çêkiriye”, “Endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” hate girtin. Di rûniştina dozê de ku li 2’wemîn Dadgeha Zarokan a Mêrsînê pêk hat, S.T. da zanîn ku ne wî ew bombe çêkiriye û got ku wî nedizanî ew cisim bombe ye û xwest serbest ê berdan. Lê Dadgehê bi hinceta “Dê bombeyê biavêta polîsan” S.T. bi 15 sal cezayê girtîgehê mehkûm kir.

S.T. yê ku destê xwe yê çepê wenda kir, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.

ANF NEWS AGENCY