1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Dewlet 24 saet e negîhiştiye Wanê"
"Dewlet 24 saet e negîhiştiye Wanê",dewlet,24,saet,e,negîhiştiye,wanê

"Dewlet 24 saet e negîhiştiye Wanê"

A+ A-

24 Cotmeh 2011 WAN - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku piştî erdhejê çû Wanê diyar kir ku dewlet 24 saet e hêj negîhiştiye Wanê û xwest hikûmet gavan biavêje û alîkariyê bide welatiyan.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkîldarî erdheja ku duh li Wanê çêbû û 239 kes mirin û hezar û 300 kes jî birîndar bûn û hê jî gelek kes di bin kavildan de ne daxuyanî da.

Demîrtaş li garaja Şaredariya Wanê daxuyanî da û got ku rewşa welatiyên li Wanê ne baş e. Demîrtaş ragihand ku wan li gundan lêkolîn kirine û dîtine ku bi taybetî li gundan pêdivî bi alavên jiyanê hene.

Demîrtaş wiha berdewam kir: "Me li gundan dît tu mirov çiqas bê xwedî ne. Ji duh ve ye dewlet, hikûmet hê jî nigîhiştiye Wanê. Me li gundan dît ku dewletê tu alîkarî nekiriye. Divê kerasetên xwezayê tu caran nebin amûrê siyasetê. Niha divê her kes piştgiriyê bide Erdîş û Wanê. Heke dewlet alîkariyê bide, alîkariyên ku ji aliyê welatiyan ve tên kirin bi rehetî dikare bigîhîje gundan. Divê her kes bi histiyar be û alîkariyê bide waniyan."

Piştî daxuyaniyê Demîrtaş û heyeta pê re li navenda bajar lêkolînên xwe berdewam kirin.

ANF NEWS AGENCY