Dewlet bi kemçeyan Heskîfê dikole!
FERHAT ARSLAN - ÊLIH 16.06.2014 07:08:43 Ji 80 înşata bendava Ilisu ya ku dê Heskîfê di bin avê de bihêle temam bû. Ji ber ku 200 girikê li perava Çemê Dîcleyê venebûn, dîroka 12 hezar salî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ji ber sedema înşata bendavê hikûmeta tirk dest ji biryara ku bajarê antîk yên Heskîfê bar bike, berda. Hikûmeta tirk vê carê jî li şûna kolanên arkeolojîk di pira dukatî ya ku sembola bajar e de di bi navê parastina ava binê erdê de dest bi kolanan kirin û di xebatan de kemçeyan bikartînin.
Ji bo Heskîfa ku 12 hezar sal dîroka wê heye ji bo ku ji projeya Bendava Ilısuyê rizgar bibe hawirdorparêzaran têkoşîn dan û di encama têkoşînê de bankayên biyanî yên piştgirî didan projeyê şûnde gav avêtin. Lê ji sala 1956’an heta niha 40 hikûmetê hatine peywirê polîtîkaya bendavan meşandiye. Aktîvîstî Dildarê Hawirdorê yê Heskîfê civaknas Omer Faruk Akyuz diyar ki ku Heskîfa ku bi sedhezaran hektar ereziya xwe re bi hezaran gund û 200 heb girikên xwe dê di bin avê de bimîne û got niha ji sedî 80 înşat temam bûye.
Akyuz bi lêv kir ku sedema israra hikûmeta AKP’ê ya di çêkirina bendavan de xuyaye û got: “Du konsensus vala derketine. Em wek Hewldana Jiyandina Heskîfê bi salane ji bo ku Heskîf bê rizgarkirin her tiştî dikin. bi taybet jî bi bendava Ilisuyê re bi tunebûna Geliyê Dîcleyê re dê 200 girik û Heskîf tune bibe. Di 2001’an de di belavkirina konsensusan de ku krediyan dide şahiyên me çêbibûn. Di belavkirina konsesuda duyemîn a 2007’an de li Kurdistan û Ewropayê şahiyên me pêk hatin. lê mixabin komara tirk di çêkirina bendavan de bi israr tevdigere. Ligel ku piştgiriya ji bo çêkirina bendavan ji bo Tirkiyeyê dihat dayîn hat vekişandin jî, hêj înşat berdewamin.
LI HESKÎFÊ ŞERÊ PSÎKOLOJÎK TÊ MEŞANDIN
Akyuz wiha berdewam kir: “Dewleta ku di çêkirina bendavan de israr dike, bi rêbaz û metodên cuda li ser gel û saziyan zextên psîkolojîk dimeşîn e. Weke ku bendav qediyaye nîşan didin û dixwazin hêviyên gel bişikînin. Ev di esasê de helwestek psîkolojîke. Lê dixwazin bajarê nû yê Heskîfê ava bikin û gelê Heskîfê bê hêvî bikin. Vê psîkolojiyê dixwazin li ser saziyên din jî bike. Lê em dibêjin ku bendava Ilisuyuê avê berhev bike jî dê têkoşîna me bidome. Em bi tu awayî vê qebûl nakin. Têkoşîna me nû nû destpêkirin. Yên ku dibêjin qey têkoşîn bi dawî bûye, dê bibînin.”
DEWLET JI PROJEYÊN ALTERNATÎF RE GIRTIYE
Akyuz bi lêv ki rku ji bo rizgarkirina Heskîfê dewlet ji hemû projeyên alternatîf re girtiye û wiha berdewam kir: “Gelê kurd bi pêleke nû ya koçberiyê re rû bi rû ye. Komara tirk bi înadeke kor re û beyî ku kesî guhdar bike dixwaze biçe lihevkirinekê. Projeyên alternatîf yên ku zirarê nade eko sîstemê red dike. Ji nasandina îhaleya bendavê bigire heta binavbûna çandiniyan dê aboriya welat û Kurdistan zirarê bibîne û 78 hezar kes dê ji warê xwe koç bike. Hêj ku bandora koçberiyê li Kurdistanê paqij nebûye, ev mirov dê dîsa li varoşên bajaran bi cih bibin û bi xizaniyê re têbikoşin. Lê mixabin dewlet li şûna ku polîtîkayên pêşvebirina turîzmê pêk bînin, berê xwedaye enerjiyên alternatîf.
Ji 10 krîterên Mîrateya Çanda Cîhanê 9 heb bi Heskîfê re heye û di ava 60 salî de hemû hikûmetê ku hatin peywirê heman israr meşandiye. Projeya yekem di 1954’na de hatiye destpêkirin. Di 1982’an de hatiye recîzekirin û piştre jî biryara înşakirina Projeya Başûrê Rojahilatê Anatoliyê hatiye dayîn. Ji 1954’an heta niha 40 hikûmet guherîn. Ev 60 sale di projeya bendavê de israr dikin. Di qadên ku di bi nava Bendava Ilisuyê de dimînin de nêzî 200 girik jî hene. li şûna ku divê kolanên arkeolojîk bihatana kirin, bi kemçeyan kolandinan dikin. di esasê de ger ev 200 hoyuk bên kolan dê 10 salan bigire. Mixabin ev cihê dîrokî niha bi kepçeyan tên kolan.”
