1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Dewlet Dîsa Bi Ocalan re Rûnişt
Dewlet Dîsa Bi Ocalan re Rûnişt,dewlet,dîsa,bi,ocalan,re,rûnişt

Dewlet Dîsa Bi Ocalan re Rûnişt

A+ A-

Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalanî ragihandibû ku wî hin pêşniyaz di van muzakereyan de kiriye, lê heke dewlet heta 15'ê mehê di vî warî de gavan neavêje, an bersiveke zelal neavêje, ew ê ji muzakereyan vekişe.

Do, roja 15'ê mehê parêzerên ku ji Îmralî vegeriyan, dan zanîn ku hevdîtina dihate hêvîkirin piştî hilibijartinê bi 2 rojan pêk hatiye.

Parêzeran dan xuyakirin ku ew nikarin agahiyên pirtir bidin û heke pêwist bike roja 16'ê mehê (îro) ew ê daxuyaniyekê bidin. Lê li gor agahiyan dewletê ramaneke erênî pêşkêş kiriye û agirbest dê demek din a dirêj bidome. Di vê pêvajoya agirbestê de çi gav dikevin ser dewletê û çi dikevin ser BDP, KCD, PKK û yên din, ev dê di notên hevdîtina Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalanî de zelaltir bibin.

Çavên çapemeniyê li ser notên hevdîtinê ye...